Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Bêşikçî piştevaniyê ji serxwebûna Kurdistanê dike

20:47 - 1 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Bêşikçî kesayetiyê civaknas û Tirk û dostê nêzîkî ê neteweya Kurd piştevanî ji serxwebûnê kir, û ragehand ku Tirkiye û Îran neçar in ku serbixweyiyê qebûl bikin.

Li gora raporên belavkirî Îsma`îl Bêşikçî nivîskarê navdar ê Tirkiyê û dostê nêzîk ê Kurd, di gotûbêja herî nû ya xwe de digel malpera DW rexneyan li hikûmeta Tirkiyê digre, ku çima di hemberî referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê tund e? Bêşikçî rû li hikûmeta Tirkiyê ragehandiye: Te ku hêşta jî pirsa Kurd di welatê xwe de çareser nekiriye, çi karê te bi welatekî din ketiye?.

Wî kesayetiyê navdar ê Tirk bas ji vê kiriye, ku Îran û Tirkiye û Sûriye gellek şaşiyan dikin, ku bi vî rengî dijberiya referandomê dikin, jiber ku wan kêşeya Kurd di welatê xwe de çareser nekirine, lê li ser pirsa Kurd di welatekî din de destêwerdanê dikin.

Bêşikçî di vê gotûbêjê de bi girîngî ve bas ji vîna neteweya Kurd dike û dibêje: Referandom serkevtineke mezin e. Herwisa ew kesên ku çûne ser sindûqa dengdanê jî, û bi Belê deng dan, dengê wan bo bo nivşa pêşerojê ye, û gotine em bixwe çarenûsa xwe diyarî dikin, û rê nadin welatekî din ji me re diyarî bike.

Navbirî bas ji vê kiriye ku yên dibêjin ku refreandomê rewayî tuneye, dibe bi başî bîr ji vê peyvê bikin, û piştre vê peyvê bînin ziman. Ew dibêje: Dema ku Kurd hate kîmyabarankirin, cîhan bêdeng bû, û tenê Îsraîl bû ku li Tilavîwê rêpîvan li dijî vê komkujiyê rêk xist. Lê gelo çima niha dengê we bilind bûye?

Bêşikçî bas ji vê yekê jî kiriye, ku li ber vê ku Îran û Tirkiyê nekarîne pirsa Kurd di welatê xwe de çareser bikin, naxwazin di Îraqê de jî çareser be, jiber ku ditirsin Kurdên Tirkiye û Îranê jî heman mafî daxwaz bikin.