Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Komara Îslamî li dijî Kurdistanê, Heşda Şe`ibî tûj dike

14:13 - 3 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Beşek ji milîşên ser bi rejîma Tehranê gefên êrîşkirina bo ser Herêma Kurdsitanê dixwin.

Malpera El-Erebiya di nûçeyekê de eşkere kiriye ku; “Qeys El-xez`elî” serkirderê girûpa “Esa`ibê Ehlê heq” a ser bi Heşda Şe`ibî dirustkiriyê destê rejîma Tehranê di yekem dijayetiya li hember referandom a serxwebûna Başûrê Kurdistanê gefên şer li dijî kurdistanê kiriye.

Li gora vê raporê Xez`elî di rêkewta 30`ê Tebaxê de, di rêûresmeke matemenî li bajarê Necefê de gotiye ku: Em dikarin wan deverên ku Herêma Kurdsitanê dagîr kirine di heyama mehekê de werbigirin.

Herwiha navbirî gotiye ku: Dibe hemû çalên neftê û rêrevên di destê Herêma Kurdistanê de ne, ji wan werbirgirin, û bi zorê li hember wan çekê bi kar bînin; û ev kesên ku daxwaza cudabûnê dikin, dibe ku ji nav bibin.

Herwiha gotiye ku ev giştpirsiya ku di Herêma Kurdistanê de hatiye encamdan, berevajiyê destûrê ye, û sîstema parilmanî jî li Îraqê de şikest xweriye. Herwiha wî melayê ser bi rejîma Tehranê di demên derbazbûye de jî gotibû ku: Hekî bi awayekî fermî jî piroseya serbixweyiya Kurdistanê rabigehînin, emê weke navçeyeke dagîrkirî çav lê bikin.

Rejîma Îslamî a Îranê weke serekîtirîn dujminê gelê kurd, bi awayekî hertimî di salên derbazbûyî de hewl daye, da ku ji riya destûpêwendiyên xwe ve, di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de, pirsgirêk û serêşiyan ji bo gelê kurd di vê parçeya Kurdistanê de dirust bike.

Di civîna roja Şemî 30`ê Tebaxa 2017`an, parlmana Kurdistanê “Mes`ûd Barzanî” fermanderê giştî yê hêzên çekdar yên Herêma Kurdistanê serpişk kirin, û ji bo berevanîkirin ji van herêmên ku gef li ser hene.

Koma wan bas û daxwazên kirêgirtî û alîgirên rejîma dijîgelî a Tehranê, nîşana vê yekê ye ku, rejîma Îslamî a Îranê ji pêşeroja nediyar a xwe ditrse, û hemû karekî encam dide, da ku piroseya serbixweyiya Kurdistanê bê armanc be.