Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê di têkdana rewşa Başûrê Kurdistanê de her berdewam e

14:17 - 4 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Tevî amadeyiya Hewlêrê û pêdagiriya aliyên Rojavayî ji bo aramkirina rewşa Herêma Kurdistanê, û çaraserkirina aştiyane ya pirsgirêkên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rejîma Îslamî a Îranê berdewam e li ser alozkirina rewşa Herêmê.

Piştî navbeynkariya çend aliyên navxweyî û herêmî û navneteweyî, serkirdayetiya siyasî a Başûrê Kurdistanê, di ragehandinekê de pêşwaziya xwe ji bo danûstandinên bêmerc, digel Bexdayê de ragehad, lê belê di hember de rejîma Îslamî a Tehranê, berdewam hewl dide da ku pirsgirêkan kûrtir bike.

Herwiha Elî Şemxanî serokê Civata Bilind a Ewlekariya rejîma Îranê, di civîna digel jiniral “Helusî Akar” serokê Navenda Hevpar a Artêşa Tirkiyê bas ji vê yekê kiriye ku, dibe pêşî ji bandorên referandomê bigirin, û herwiha navbirî bas ji vê yekê kiriye ku referandoma Başûrê kurdistanê hewleke xwserane, nebicî, naberpirsiyar e, û got ku ev hewla Herêma Kurdistanê dibe sebeba nearamiya deverê.

Ev axavtinên navbirî di demekî de ne ku, rejîma Îslamî a Îranê bixwe wekî serekîtirîn piştevanê terorîzmê di cîhanê de hatiye naskirin, û handana terorîstên weke El-Qaîde û DAÎŞ`ê, ji bo berfirehiya nearamiya zêdetr a deverê ye.

Herwiha di hewleke din de jî, rejîmê dest di leyîzeke metirsîdar kiriye, û wekî hertim rasterast nahê pêş, belkû armancên xwe bi ekterên din cîbicî dike.

Vê carê jî Spaha Pasdaran a terorîst û Heşda Şe`ibî (Liqa Spaha Pasdaran li Îraqê) ji bo dijayetîkirina Kurd di nav axa Rojhilata Kurdistanê de bi kar aniye, lê cudahiyek di wir de heye, ku ew jî eva ye ku şirovekar dibêjin, her ew xala cewherî dibe sedema dorandina rejîm û şikesta pîlanên wan.