Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî derheq koça dawiyê ya Mam Celal peyameke matemînê belav kir

16:13 - 4 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ di peyamekê de sersaxî li gelê Kurd, serkirdayetiya YNK`ê û malbata Mam Celal kir.

Deqa peyamê:

Endamên malbata Mam Celal Talebanî!


Mam Celal piştî temenek ji xebata li dijî binpêkirina mafê Kurd, û xebat bo rizgariya neteweya xwe mixabin koça dawiyê kir.

Kesayetiya bilind ya Mam Celal di biyavê siyasî û pêşmergatiyê, û ew ezmûna zaf ya ku di vê biyavê de bi dest xistibû, her hemû jî sedema amadekirina wê rewşa bibandor bûn, ku di xebata li dijî dijminên gelê wî de, ew rêzdar kiribûn xebatkar û siyasiyekî serkevtî û xûya yê doza Kurd û asta navneteweyî.

Lewra jidestdayîna Mam Celal bi taybetî di vê rewşa hestiyar ya xebata Kurd di Başûr de, xisareke mezin bû, bo PDKÎ jî, jidestçûna dostekî emegdar û mêjîn bû, ku di serdema şehîd Dr. Qasimlo de ew dostayetî bingeha wê hate avakirin, û berdewam bû.

Bi boneya vê bûyera pirr matem û dilêş, ez sersaxiyê dibêjme gelê Kurd, serkirdayetî û rîzên YNK`ê û bi taybetî malbata wî, birêzan Hêro Îbrahîm Ehmed a hevjîna wî, û kurên wî Pavil û Kak Qubad.

PDKÎ
Sekreterê Giştî
Mistefa Hicrî

12.07.1396
04.10.2017