Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Heyetek Komîteya PDK Îranê – Birîtanya di konferansa salane a Partiya Kedkar de beşdarî kir

14:06 - 3 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Heyetek PDK Îranê di konferansa salane a Partiya Kedkar a Birîtanya de beşdarî kir û li ser mafên mirovan li Sûriyê û bandotra medyayên civakî mijarek pêşkêş kir.


Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, berwar 2’ê Çiriya Pêşîn a 2012’an, heyetek PDK Îranê – Birîtanya, di konferansa salane a Partiya Kedkar a Birîtanyayê li bajarê Mençistêr de beşdarî kir.
Heyeta komîteya partiyê di sê civînên ezmûna Kurdan bo xelkê Sûriyê û Rojhilata Navîn, gotara salane a “Îd Melîband” li ser çemka mafên mirovan û civîna bandora medyayên civakî li ser çemka mafên mirovan li welatê Sûriyê beşdariya çalakane kir.
Di navbirên her yek ji civînan de heyeta komîteya partiyê li gel çendîn alî û kesayetiyên beşdar hevdîtin pêkanîn.
Partiya Kedkar a Birîtanya yek ji partiyên sereke ên Birîtanyayê ye û berî hilbijartinên du salan berî niha, nêzîk 12 salan di wî welatî de desthilatdar bû.
Konferansa salane a Partiya Kedkar a Birîtanyayê îsal li jêr navê “Nûkirina Birîtanya”ê dest bikar kiriye û 11 hezar kes di wê konferansê de beşdar dibin.