Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyê siyasî tuneye

22:27 - 7 Çirriya pêşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Di welatekî jêr deshilata dîktatorî û faşîzmê de, tiştek bi navê girtiyê siyasî nikare watayek hebe, û îşare bi tiştekî rasteqîne nabe. Di rastî de têgeha girtiyê siyasî dikare çemk û têgeheke çewtekarane û bona ji rê derxistinê be.

Girtîgeh li gora wateya xwe, û wê wêneya ku di dêna takekesan de ava dike, cihek e ku takên serberedayî û yên ku ji norm û nirxên civakî ba didin (la didin), yan jî yên ku çarçoveya jiyana bihevrebûnê di civakekê de dixin bin piyan, tê de têne ragirtin, û ew der dibe cihek, ku kesên serberedayî û dijberî yasayê ceza dike, û hem jî hukmê yasyaê bicih dike.

Di vê karê giştî ê girtîgehê de, êdî her sîstemeke demokratîk û nîve demokratîk û nademokratîk li gora berjewendî û akarên xwe mifahê werdigrin, û yasayên cuda şêwaza mifahwergirtina ji girtîgehê di sîstemên cuda de destnîşan dikin.

Di rejîmeke faşîstî wekî Komara Îslamî de, faşîzma dasepandî û peyrewkirî, hemû kunceke jiyanê dagîr dike, û her tiştî dike hêla siyasî. Di rastî de li jêr deshilateke faşîstî de, êdî siyaset tenê pêk nahê ji biyavên giştî ku tê de deshilata hikûmetê û dewletê destnîşan dikin. Belkû deshilat û hukmkirin û siyaset serûbinê civakê bi xwe ve digre, û heya di rengê cilûberg û şêwaza kinc lixwekirinê, û heya nan û av vexwarinê de jî reng dide.

Di bin hukmê faşîzmê de, hemû kiryarek dibe siyasî, jiber ku ferman ji bo her tiştî heye, û xelk jî ji hemû tiştên sade û aloz bo dijberiya fermanên wê mifahê werdigrin .

Ji aliyekî din ve, deshilatdariya dasepandî di Îranê de, taybetmendiyeke din heye, ku di sîstemên faşîstî ên din de wê cudatir dike, ew jî bê exlaqî ye li hemberî hemû normên civak û cîhanê, û ji bilî zimanê zor û çeqoyê, çi zimaneke din nas nakin. Li gora vê yekê taybetmendiya rejîmeke şarlatan tê de zeq dibe. Di sîstema Komara Îslamî de hikûmeta faşîstî hemû sînoran dibezîne, û dibe hikûmeta şarlatanan, û di sîstemeke weha de, êdî girtîgehê tu watayeke wê nine, belkû yên ku destbiser dikin, di rastî de wekî rehîn digrin, ku şarlatan di hemberî berdana wan de pere werdigrin.

Bi vê pêkê di Komara Îslamî de, hemû tişt dibe mijara siyasetê, û hikûmet ji rê û şêwazên şarlataniyê bona sepandina hukmên xwe mifahê wergire, û Kurdbûn bixwe ew qasê siyasetê ye di Îranê de!.

Di vir de ye ku em bi başî tê digihîjin, ku çima Komara Îslamî di bûyereke asayî de wekî eyankirina kêfxweşiya xelkê Kurdistana Rojhilat, bi sedan kesî wekî rehîn digre, û dibêje malbatên wan, ku dibe hûn gireveke sed milyon Tûmenî danên, da ku em ezîzên we berdin!

Di bin deshilata hikûmeteke faşîstî ya şarlatanî de, girtî tu watayeke wî/ê nine, da ku cureya wê ya siyasî hebe!. Belkû her wekî di kiryarê de jî selimandine, ew xelkê wekî rehîn (girûgan, barimte) digrin, da ku bi pere azad bikin!. Ew girtiyê siyasî nînin, belkû rehîn in di destê şarlatanan de.