Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çîroka zarokên bêxwedî di Îranê de

22:29 - 7 Çirriya pêşîn 2017

Şehla Debaxî

Sê salek dibû ku ez hatibûme Swîdê, û rojekê li binevraza nêzî malê, ez ser diketim, û min destê keça xwe girtibû, û ez diçûme mal. Ji nişkêve zikê min jan kir û ez li ser erdê rûniştim.

Di vê demê de jineke Swîdî ku li rex min re derbaz dibû, pirs kir ku gelo te xêr e? Destê zarokê min girt û em pêkve çûne mal de, piştî vê rojê heya niha, pêwndiya min û “Marî” berdewam dike, lê her çend ku wî çend bajar û welat bo dersxwendinê guherîn.

14 sal berî niha Marî û hevjînê xwe biryar dan ku zarokekê ji Aferîqayê bînin nava jiyana xwe de. Diyare piroseya zarokanînê ji welatên din, gellek bizehmet e û xerceke zaf, nêzî 150 hezar Kironî dixwaze, lê piştî piroseya yasayî “Marî” û mêrê xwe pêkve ji Afrîqayê re keçek û kurek wekî zarokê xwe wergirtin, û niha temenê wan 14 û 12 ye, û wekî her zarokekî din diçin xwendingehê, û jiyaneke baş hene.

Sê salan berî niha Marî got ku keça wan nexweşiya gurçikê heye, û li pey kesekî digerin ku gurçkê xwe bidê, û bavê wê amade ye ku gurçkê xwe bidê, û niha mijûlî ceribandinên pizişkî ne, û piştî ceribandinan derket ku xwîna zarok û bav hev dixwin, û pêwendiya gurçikê bi başî hate encamdan. Diyar e keç heya dawiya jiyana xwe rojane dibe hinek derman bixwe.

Fakt

Serbarê dengê dijî rêkxirawên medenî û mafê zarokan, di dawî rojên sala 1392`an terhek di meclisa Îranê de hate pesendkirin(1).

Ew terh piştre ji aliyê şêvra Nobedar ve mohra erêkirinê lê hate dan. Li gora vî terhî kesên ku zarokekî wekî ê xwe serperestî dikin, dikarin li gora yasa û şer`i vî zarokî wekî hevjînê xwe hilbijêrin û pê re bizewicin.

Tirsa çalakên mafê zarokan ji pesendkirina vî terhî ew bû ku heya di “dewrana Hizanetê” de jî renge ew îzna yasyaî ku dane zirbavan, ji aliyê piraniya wan ve bê cîbicîkirin.

Cudahiya di navbera du dîtingehan

Ez bi tu awayî naxwazim bêjim ku di welatê Swîdê de tu cure kêşe û destdirêjiyek tune ye. Li gora Rêkxirawa “Rizgarkirina Zarokan” di Swîdê de, di navbera %3-5 ji zarokan ji aliyê kesên herî nêzîk ve rastî destdirêjiyê tên. Tawan û binpêkirina keramet û mafê zarokan di hemû cihekî cîhanê de tê xûyakirin. Lê eva ku berçav e, cudahiya di navbera yasayên welatekî wekî Swîd û yasayên nemirovî ê Komara Îslamî ye, bo parastina zarokên bin 18 saliyê de, û piraniya caran keçan.

Di kultura welatekî wekî Swîdê de, mirov naçe Afrîqayê zarokekî/ê bîne ku piştre pê re bizewice, lê li gora yasayên Komara Îslamî îzin tê dan ku bi nav “bav” digel zarokên xwe ku di bin temenê yasayî de ne bizewicin.

Di Îranê de zarokekî bê serperest ku dikeve bindestê zirbavekî, li gora yasayên Îranê ew zirbav dikare destdirêjiyê bike ser wê zarokê, û bo heta-heta laş û ruhê wî bê azardan.

Ecêb ew e ku alîgirên wê yasayê wek “başitî û qenciya” derheq zarokên bêserperest dibînin, û dibêjin jiber ku di şer`i di ew kar nerewa û ne şer`î nahê dîtin, û ew zarok yê te bixwe nîne, ku wisa bû, ew reftara dijî deb û resmên civakê dikare yasyaî be.

Berencam

Di civakeke mirovî wekî Swîdê de, ne tenê yasayên ne nivîskî û kultura wê ya mirovî biryarê didin,belkû mafên însanî û pêwendiyên mirovî, ji riya yasayî ve jî têne dabînkirin. Di civakek mirovî de, kesên wekî “Marî” du zarokan ji Afrîqayê ve tînin, bona vê ku jiyaneke mirovî pê bibexşin, û hezkirinê nîşanî wan bidin, û hevjînê “Marî” gurçikeke xwe dide keçikê, da ku di jiyanê de berdewam be.

Di civaka mirovî ya Îranê de, zarok alavekî cinsî ye, bo hesta zayendî ya nexweş ya beşek ji mêran, ku li gora yasa û şer`i hemû hêsankariyek bo wan tê kirin. Di civaka ne mirovî ya Îranê de bi hezaran zarokî seba hejariyê têne firotin, û gurçikên wan derdixin.