Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnimêjên Îranê êrîşî ser Herêma Kurdistanê kirin

14:47 - 8 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Di Îranê de, roja Înê pêşnimêjan referandom wekî pîlana dijminan bona dabeşkirina welatan dane zanîn, û ragehandin ku destê Îsraîl û Amerîkayê tê de heye.

Pêşnimêjê Tehranê Ehmed Xatemî ragehand ku: Berpirsyarên Herêma Kurdistanê guh nedane pêşniyarên dewleta navendî û welatên navçeyê, û bi vî rengî wan îxanet kirin.

Navbirî ew yek neveşart ku hevkariya Îran, Îraq û Tirkiyê dikare pîlana referandoma Kurdistanê ratsî têkçûnê bikin.

Pêşnimêjê Erdebîlê Elî Firoxî jî ragehand ku mijara referandomê pilana nû ya îstikbara cîhanî bû. Lewra dibe ku Misilman di hemberî van pîlanan de hişyar û serwext bin.

Pêşnimêjê Îsfehanê Mucteba Mîrdamadî jî derheq referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê ragehand: Cudakirina Herêma Kurdistanê ji Îraqê dikeve çarçoveya hizra şerê nejadî (tuxmî) di navbera bi gotina wî “qewmên curbicur” de. Lewra herwekî ku Xamineyî ragehnadiye, referandom îxaneta bi hemû nevçeyê ye.

Her piştî ragehandina encama referandomê Wezareta Karê Derve ya Îraqê, bi şandina nameyeke fermî daxwaz ji Enqere û Tehranê kir, ku sînorên xwe li ser Herêma Kurdistanê de dabixin. Herwisa riyên esmanî jî bi rûyê Herêma Kurdistanê daxistin.

Biryar e ku roja Çarşemiyê Mihemed Cewad Zerîf derheq referandoma Herêma Kurdistanê û lihevkirina navikî here meclisê.

Referandoma Herêma Kurdistanê cardin her wekî ku gellek caran di dîroka Kurdistanê de rû daye, dijminên Kurdan, bi taybetî ên ku Kurdistan perçe kirine anîne cem hev. Lewra çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku dibe Kurd jî di hemberî van pîlanan de hevgirtî bin, û bizanin ku dostên stratejîk ên Kurdan, tenê Kurd bixwe ne.