Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijminên Kurd terorîst in

15:20 - 8 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Dijminên Kurd di naveçê de, ew rêkxistin û girûp in ku çi pêgeheke wisa, ne di nava civakê, û ne jî di nava navçê û cîhanê de nînin.

Yek ji wan hêzên ku dijminê serhişk ê gelê Kurd e, Spaha pasdaran ya terorîst e, ku her di destpêka avabûna xwe de, li dijî gelê Kurd bi hezaran cinayetî encam daye, û ew Kiryarên ku niha DAÎŞ encam dide, wan zêdetir ji 30 salan berî niha ew kiryarên hovane encam dane. Lewra Amerîka dixwaze bona derbelêdana vê hêza terorîstî, wê bixe nava rîzbenda aliyên terorîst, û dorpêçê bixe ser.

Hêzeke din ya terorîstî jî ku ser bi Spaha pasdaran e, hêza Quds e, ku rojane di welatên navçeyê de dibe sedema dirêjîkêşana şer û pevçûnan, û kuştina bi hezran xelkê bê guneh, lewra zêdetir ji her demekê di nava xelkê navçe û cîhanê de, nefret jê tê kirin, û tê şermezarkirin, û di sala 2007`an de Amerîkayê ew xiste nava rîzbenda girûpên terorîstî de.

Girûpeke din ya ku bi hemû awayî li dijî gelê Kurd e, Heşda Şe`ibî ye ku hêzeke Îraqî ye, lê ji aliyê rejîma Îranê ve bo pêkana armancên xwe yên siyasî hatiye avakirin. Ew hêz ne tenê di nava Kurdan de, belkû di nava Suniyan di Îraqê de jî hêzeke nefret lê kirî ye, û jê hez nakin.

Jiber ku vê hêzê di şerê DAÎŞ`ê de nîşan da ku ew çawa digel dîlên şer, û heta digel xelkê sivîl serederiyê dikin, û bi awayên herî hovane bi hezaran xelkêl sivîl ên Sunî wekî tolhildan kuştin. her ew hêz, niha gefan li Herêma Kurdistanê dixwe, û digel hêzên rejîma Îranê li ser sînorên Kurdistana Rojhilata û Başûr hatiye cihgirinkirin.

Bêguman gellek hêzên din jî hene, ku li dijî gelê Kurd û deskevtên wê li her perçeyekê de ne, lê bi xweşî ve wan hêzan tu pêgeheke wan ya civakî û siyasî di nava xelkê Kurdistanê de nîne, û heta ji aliyê civaka cîhanî ve jî hêzên terorîst û nefret lê kirî ne, lewra gelê Kurd bi yekîtiya xwe dikare wan hêzan di egera her êrîşekê de ratsî têkçûnê bike.