Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îranê av li ser Herêma Kurdistanê de girtiye

14:58 - 10 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Cotyar û pezdarên Herêma Kurdistanê ragehandine ku rejîma Îranê, li dijkiryara di hemberî referandoma serxwebûna Kurdistanê, ava rûbarê Zê (Zaba Biçûk) ser Herêma Kurdistanê de girtiye.

Li gora nûçegihaniyan, rejîma Îranê ragehandiye ku ew yek pêwendiya wê bi referandomê re nine, belkû wan hewcehiyek zaf bi vê avê heye.

Lê li gora wan gefxwarinên rejîma Îranê li Herêma Kurdistasnê, piştî diyarîkirina roja referandomê, û girtina avê li ser Herêma Kurdistanê de, wisa xûya dike ku armanceke siyasî li pişt qutkirina avê heye.

Wezîrê Cotkariyê Ebdulsetar Mecîd di meha Pûşperê de ragehadibû ku %80 ji ava Herêma Kurdistanê kêm bûye. Ew Rûbar ji Îranê ve çavkanî digre, û ji Kurdistana Başûr re derbaz dibe, û dirêje nav rûbarê Dîcleyê de.

Îran radigehîne ku ewê beşek ji vê avê bibin bo gola Urmiyê, da ku pêşiya hişikbûna wê bigrin. Lê çalak û karnasên biyavê jîngehê li dijî vî terhî sekinîne, û dibêjin ew yek nikare pêşiya hişikbûna gola Urmiyê bigre, û kiryareke siyasî ye.

Niha asta ava hinek ji bîrên Herêma Kurdistanê, ji çar mêtran bûye yek mêtr, û zext û fişara avê di hinek ji herêman bo pompkirinê jî nabe.

Ew cotkarên ku di encama girtina avê de rastî zirarê hatine, dibêjin ku ew neçar in dev ji vî karê xwe yê çandiniyê berdin û rû bikin karekî din.

Herwisa digel qutbûna ava vî rûbarî, Herêma Kurdistanê wê rastî kêşeya elekterîkê (berqê, kehrebayê) jî bên. Jiber ku Herêma Kurdistanê ji vê avê bo berhemanîna elekterîkê jî mifahê werdigre.

Li gora rapora Navenda çavkaniyên Cîhanî (WRI), welatên wekî Behreyn, Koweyt, Qeter, Îmarat, Felestîn, Erebistan, Îsraîl, Eman, Urdun, Lîbî, Elcezayir, Sûriye, û Tûnis ji wan welatan in ku heya sala 2040`î wê tewahiya çavkaniyên xwe ên avê ji dest bidin.