Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dolar sînorên 4 hezar tûmenî jî derbaz kir

15:04 - 10 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanemdia: Piştî behs û gengeşeyên di navbera Îran û Amerîkayê de, Dolar hilkêşiyan bi xwe ve dîtiye, û nirxa 4 hezar Tûmenî jî derbaz kiriye.

Piştî bilindbûna nirxa Dolar di 6 mehên destpêka îsal de, roja Yekşemî 8`ê Çiriya Pêşîn a 2017`an de, Dolar di bazarên Tehranê de, sînorê 4 hezarî jî derbaz kir, û sozên berpirsên rejîma Îranê jî, derheq gotina wan ku ev nirxa pare kontrol dikin, bi derev derxist.

Bilindbûna nirxa Dolar ji aliyê karnasên aborî ve hatibû çaverêkirin, û gotibûn ku Dolar ji 5 hezar Tûmenî jî derbaz dibe, li gor gotina wî karnasê aborî kontrolkirina nirxa Dolar pêş hilbijartinên serkomariyê di Îranê de, pêwendî bi geşebûna aboriyê ve nebûiye, belku jiber kontrolkirina aloziya navxwe ya Îranê bûye.

“Mêhdî Riyahîfer” endamê Lêjneya Bîmeya Îranê, ji wan kesan bû ku, bilindbûna nirxa Dolar pêşbînî kiribû, û gotibû ku: Çimku parê Îranê bê piştevan e, di pêşerojê de, nêzî %20 jî wê bê xwarê, û hindek din jî, wê bê qîmet bibe.

Lê belê naveroka babetê, gefên Amerîka û herwiha derketina li Bercamê ye, ku bandor li ser kerta aborî a Îranê daniye, û Dolar jî pêwendiya rastrast digel aboriya Îranê heye, û bilindbûna nirxa Dolar bi wateya felecbûna zêdetir a aboriya Îranê ye.

Berpirsên Îranê ku yek ji wan “Weliyullah Sêyf” serokê Banka Navendî a Îranê, gotibû ku: Nirxa Dolar di demekî nêz de wê ji 3 hezar û 800 Tûmenî jî kêmtir be, lê belê pirsgirêkên aborî tiştekî wisa nînin ku wiha bikarin bi soz û qewlên direv çareser bikin.