Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî riya adaziyê çû ser dilovaniya xwe

14:33 - 21 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Dayîka şehîdekî riya azadiya Kurdistan, li bajarê Urmiyê de çû ser dilowaniya xwe.

Li gora rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia: Roja Yekşemî 25`ê Rezbera 1396`an dayîka bi navê “Şanaz Cidî” dayîka şehîd “Kamil Gelleban” li gundê Nêçelan a ser bi bajarê Urmiyê, bi sedema kalbûnê koça dawiyê kir.

Navbirê miroveke nîştimanperwer û cihê rêz û hurmetê di nav xelkê deverê de bû, û hertim şanazî bi riya kurê xwe dikir.

Termê xwedê jê razî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.

Şehîd Kamil di meha Gelawêja 1363`an de, li ser cadeya devara Soma biradost a girêdayî bajarê Urmiyê, ketibû kemîna hêzên dijminê dagîrker de, û hatibû şehîdkirin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kes û karê navbirî, û xwe şêrîkê xema wan dizane.