Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî di paytexta Îranê de berdewam in

14:52 - 21 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Xebatkarên PDKÎ di Tehran a paytexta Îranê de, berdewam çalakiyên tebilîxî bi rê ve dibin.

Li gora rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia, roja Pêncşemî 27`ê Rezbera 1396`an, ciwanên Demokrat ji bo wefadarî bi riya şehîdan û PDKÎ, di “Şêmîranat” a ser bi bajarê Tehranê, postêrên taybet bi şehîd Dr. Qasimlo belav kirin.

Xebatkarên Demokrat di wan çalakiyan de, “Sîmaya Demokrat” ji dîtingeha Dr. Qasimlo û herwiha wêneyên din yên wî rêberê binavûdeng ê Kurd belav kirin.

Her di vê derheqê de, qeremanên PDKÎ û ciwanên xebatkar ên Kurdistanê, roja Sêşemî 25`ê Rezbera 1396`an de, di qada “Azadî” a bajarê Tehranê de çalakiyên tebilîxî bi rê ve birin.

Ciwanên Demokrat, di wan çalakiyan de, wêneyên rêberê neteweya Kurd Dr. Ebdulrehman Qasimlo belav kirin.