Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û Komeleyê daxuyaniyek hevbeş belav kirin

21:35 - 23 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: PDKÎ û Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Îranê daxuyaniyeke hevbeş de belav kirin ku xelkê xebatkar û cesûr ê Kurdistana Rojhilat, di egera her pîlaneke Komara Îslamî li dijî hizbên Rojhilat, wê bersiva wan bidin, û bêdeng nabin.

Deqa Daxûyaniyê:

Kom û komeleyên navneteweyî
Civatên xelkê Kurdistanê
Dost û dilsozno


Êrîşa Heşda Şe`ibî û Spaha Pasdaran bo ser navçeyên kêşe li ser di Kurdistana Başûr, ne tenê he rHerêma kurdistanê berbirûyê alozî û dubendiyê û zirarek zaf kiriye, belkû derfetek jî bo rejîma Komara Îslamî ya Îranê û hêzên terorîstî afirandiye ku ji van aloziyan mifaha ne bi cî wergirin, û hewl bidin ku derbê li hizbên Kurdistana Rojhilat bidin.

Di vê derheqê de em bi hewce dizanin ku ragehînin:

Yekem- Em hemû destdirêjiyek û pîlangeriyeke Komara Îslamî ya Îranê li Herêma kurdistanê mehkûm dikin. Rejîma Îranê ne tenê her dijminê neteweyên Îranê, belkû serçaweya kirîzan û nearamiyan di Rojhilata Navîn de ye, û di Kurdistana Başûr de jî, xeynî aloziyê û duberekî çêkirinê, tu xêreke wê bo Kurd tunabe.

Duyem- Em bi mafê xwe dizanin ku bi hemû şiyana xwe ve, bona pûçkirina her pîlaneke vê rejîmê û bona tunekirina wê hewl bidin û hemû pêngaveke pêwîst di vê derheqê de em hilgirin.

Sêyem- Xelkê xebatkar û cesûr ê Kurdistana Rojhilat di egera her pîlaneke Komara Îslamî li dijî hizbên Rojhilat bersiva wan wê bidin û bêdeng nabin, û em wan xatircem dikin ku xortên wan ên pêşmerge di her egerekê de wekî hertim hemaseyên pirr ji şanazî li dijî dijminên gelê Kurd diafirînin.

Çarem- Em daxwazê ji Kurdên derveyî welat bi giştî û bi taybetî Kurdên Rojhilat dikin, ku bi şêwazên medenî û îroyîn pîlanên rejîmê bo ser hizbên Rojhilatî û Kurdên Rojhilat ên rûniştiyê Başûr bisekinin.

Pêncem-Em daxwaz ji hikûmeta Herêma Başûr a Kurdistanê û xûşk û birayên xwe û bi taybetî ciwanan û azadîxwazan û navend û kesayetiyên ayînî di vê beşê de dikin ku îznê nedin Komara Îslamî gefên xwe li dijî Başûra Kurdistanê wekî derfetekê bibîne, bona êrîşa li ser kempên hizbên Rojhilat û endam û alîgirên wan di Başûr û di hemberî destdirêjiyên wê rejîmê de bêdeng nebin.

Şeşem- Em daxwazê ji endam û alîgirên hemû hizban dikin, ku digel amadebûn û li ser hestbûnê, xwe ji zimanê tund derheq yektir û endam û alîgirên parçeyên din dûr bigrin, û hewl bidin zimanê parastina berjewendiyên neteweyî û giştî hebin, ne birîndarkirina hevdu.

Heftem- Em daxwazê ji kom û komeleyên navneteweyî û NY û nûneratiya welatan di Kurdistana Başûr de dikin, ku li hember destêwerdanên Komara Îslamî di Îraq û Kurdistanê û kiryarên Spaha Pasdaran û gefên wan li ser hizbên Rojhilat û cane xelkê nava kempan de bêdeng nebin, û helwesta wan hebe.

PDKÎ
Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşên Îranê

30.07.1396
22.10.2017