Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hevpeyvînek derheq xebata çandî di Rojhilata kurdistanê de

14:01 - 24 Çirriya pêşîn 2017

Rejîma Îranê gellek riyan diceribîne, bona vê ku bikare di navxwe ya Kurdistanê de, nakokiyan û valahiyan bixe nava refên gelê Kurd de. Bêguman yek ji wan ryan, şerê ferhengî ye, û mixabin rejîmê gelle îmkanatên madî û mirovî li ber dest de hene, ku bikare vê siyasetê berdewam bike, lê eva ku gelo rejîm heya çi qasî di vê siyasetê de serkevtî bûye, hewcehî bi berhevdan û şiroveyeye hûr û kûr heye. Di vê derheqê de me bi hewce zanî ku digel Dara Natiq endamê Komîteya Navendî ya PDKÎ hevpeyvînekê pêk bînin, ku eva jî deqa wê ye:

H: Şehram Mîrzayî

Pirs: Çima xebata çandî di nava tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd de lawaz e, û me nekariye bi awayê hewce guh bidnê?


Bersiv: Di dirêjahiya dîrokê de, neteweya Kurd hertim bûye armanca pîlanên biyom û dagîrkerane ên welatên mezinhêz û navçeyî, û xebat û mafên wan ên rewa bûye qurbaniyê berjewendî û danûstandinên di navbera welatan de, û hatiye piştguhxistin.

Dagîrkerên Kurdistanê jî bi mifahwergirtina ji wan derfetan, bona jinavbirina nasnameya Kurdî û bi giştî jinavbirina neteweya Kurd, siyaseta cînosayd û enfal û veguhastin û kavilkariyê û guherîna demografiya Kurdistanê, wekî bername û stratejiya xwe bi rê ve birine. Her lewra em dibînin ku tevgera rizgarîxwaziya Kurd jî bi dirêjahiya dîrokê, di nava xebat û berberekaniyeke dijwar de bûye, di hemberî rejîmên herî hov û dagîrker, û yên yek li pey yekê, û kariye tevî fedakarî, qurbanîdan û evraz û nişîvên zaf, nasnameya xwe biparêze.

Tevgera Kurdî bi giştî tevî xebata çekdarî, ji hemû biyavên xebata siyasî, dîplomasî û kulturî mifahê werdigire. Lê di Kurdistanê de bi sedema siyaset û stratejiya pilandarêtî ya rejîmê bo asîmîlekirina çanda neteweya me, û milîtarîzekirina Kurdistanê, xebata çandî di Kurdistanê de digel astengiyan berbirû bûn. Tevgera rizgarîxwaziya Kurd jî, bi giştî li gora îmkan û derfetê, hertim wekî yek ji biyavên xebatê girîngiyeke taybetî dane tevgera çandî.

Lê rewşa xebatê û dijwariya xebatê û dijwariyên ser riya xebatê gellek caran bandora xwe li ser vê biyavê ji bizava çandî û kulturî hebûye. Xweragirî û îradeya bilind ya mafxwazane ya neteweya me, di piraniya qonaxên dijwar ên xebatê de, çand û kultura Kurdî di hemberî siyaseta asîmîlasiyona dagîrkeran parastiye, û pîlanên biyom ên wan kirine bilqa ser avê.

Urmiye û Kirmaşan û Loristan, wekî sê cihên stratejîk ên Kurdistanê her ji serdema destpêka sedsala 20`mîn û serhildana tevgera rizgarîxwaziya gelê me bûye armanca serkut û êrîşên herî giran ên arteşa Îranê, û piştî serkuta şoreşan bona vê ku bi tewahî bingehên şoreşê, di nava xelkê Kurd di van navçeyan de bêdeng bikin, dewleta navendî ya Îranê dest kiriye bi duyemîn êrîşa mezin ya xwe bi navê asîmîlasiyona çandî ku heya niha jî dom heye!!. Bo vê piroseya faşîstî ku ew qas nirx di heyama sedsala borî de ji me re hebû, ji aliyê çalakên siyasî û hizbên Kurdî ve bi başî nehatine tunekirin, û heya me bernameyek jî jê re nine, û gellek caran mirov hest dike ku di rastî de kesek awiran nade vê mijarê, jiber ku pirs ew e ku bona berbirûbûn û tunekirina asîmîlasiyona çandî ku hundirê jiyana ferhengî û fikrî û nasnameya Kurd kiriye armanc, bo bizava Kurd heya niha nekariye, bernameyeke kêrhatî hebe?

Urmiye, Bajarên Kirmaşan, Urmiye û Loristan wekî sê herêmên girîng ên jeopolîtîk û stratejîk di Rojhilata kurdistanê, bi dirêjahiya deshilatên dagîrker ên Kurdistanê di biyavên cur bi cur de hertim ketiye ber êrîşên şovînîstane û xwastine ku nasnameya resen ya Kurdî di van herêman de ji nav bibin û nehêlin ku tu şûnwareke çand û kulturî ya Kurdî heya di warê mesebî de jî di van navçeyan de bimîne, û bi dirêjahya dîrokê, neyarên zal bi ser Kurdistanê de, serbarê tewahiya zext û zoriyê û pîlanên wan ên biyom neteweya Kurd bi morala xwe ya şoreşgerî hertim di çepera xebat û tekoşînê de, serbarê berberekaniya digel dijminên dagîrker ên Kurdistanê kariye ku nasnameya xwe ya neteweyî biparêze.

Tevgera Kurd jî serbarê zehemtiyên xebatê, li gora hêz û şiyanê girîngiyeke taybetî daye biyavê kulturî. Tevî rohnkirina derheq pilanên rejîmê di vê derheqê de bernameyên taybetî bi rê ve birine, û şeqama Kurdî han dane bo parastin û zindîragirtina çanda neteweyî ya xwe. Eşkere ye ku rejîm bi hebûna deshilatê û îmkanatên zaf, ji her cure metodekê bona serkut û jinavbirina nasnameya gelên blindest û yek ji wan neteweya Kurd tekoşînê dike. Rewta berdewam ya serkut û ewlehî kirina Kurdistanê derfeta her cure hewl û tevgereke ferhengî di navxwe ya welat de berteng kiriye. Çalakên ferhengî û rewşenbîrî berdewam li jêr zext û givaşê û destbiserkirin û gefa mirinê de ne, û di çarçoveya sîstemeke weha emniyetî û totaîltar de hewl dan û vegeşandina xebata ferhengî asteniyên zaf hene, lê bi xweşî ve çalakên ferhengî û gelê Kurd bi giştî tevî van hemû zehmetiyan şoreşgerane û mafxwazane ji bo parastin û nasnameya xwe tekoşînê dikin, û tevgera Kurd di Rojhilata kurdistanê de jî bi sedema zirûfa taybetî û dûrwelatiyê, û herwisa kêmiya îmkanatan, berdewam ji riyên cur bi cur ve, di hewla vegeşandina xebata ferhemgî û kêmrengkirina pîlanên dijî mirovî ên rejîmê de bûn bi taybetî bajarên Kirmaşan û Urmiyê û heya qasekjî li Loristanê de jî.

-Pirs: Pêgeha tevgera Kurdî li Kirmaşan û Urmiyê hûn çawa pênase dikin? Hûn hevrengî û cudahiyan di navbera van du mezin bajaran de çawa dinirxînin?

Bersiv: Bi giştî pêgeha bizava Kurdî li bajarên Kirmaşan û Urmiyê ji rewşeke gellek dijwar re derbaz dibe, û navend û rêkxiraw û çalakên ferhengî berdewam di bin gefa navendên ewlehiyê de ne.

Her tevgerek ku rengdana çand û kultura Kurdî be, dikeve jêr pirsyarê, û rêkxerên wê di gel gefa girtin û kuştin û îşkencekirinê rûbirû dibin, û bi sedema rewşa ewlehiyê û berdewambûna siyaseta asîmîlasiyona rejîmê hewl û tekoşîna çandî nikare li rewşeke weha de bersivder be, serbarê wan hemiyan jî, em dikarin bêjin ku bileziya pêvajoya guhertinan û ber bi pêşveçûna asta zanyariyan û rewşenbîriyê ku Kurdistan bandora xwe li ser civaka kurdistanê daniye, û tevera çandî jî serbarê hemû wan astengiyan, berbirûyê siyasteên dijî kulturî ên rejîmê bûye, û di pêxema bilindragirtina nasnameya neteweyî de tekoşînê dike.

Bi sedema girîngî û taybetmeniyên jeopolîtîkî ên van du mezin bajaran, deshilatên yek li dû yekê û bi taybetî rejîma Îranê, hewla guherîna demografiya van navçeyan daye, û berdewam Kurd piştgih xistine, û heya di birêvebirina îdareya van bajaran de jî, rêgirî ji wan hatiye kirin. Pêkanîna nakokiyan di navbera pêkhateyên vî bajarî û veguhastina Kurdan û anîna pêkhateyên ne xwecihî bo van deveran yek ji siyasetên berdewam ên rejîmê bûye li Kirmaşan û Urmiyê. Helandina her cure şûnwareke neteweyî a Kurdî di van bajaran de, û jinavbirin û qedexekirina muzîk û hunerên Kurdî di van herêman û sepandin û vegeşandina kultura ne xwecihî û girîngî nedana bi wan di warê xizmetkirinê de, beşek bûye ji siyaseta hertimî a rejîmê.

Pirs: Rasan wekî hêviya du dehikên borî ên gelê Kurd bona vejiyandina xebata xwe ya rizgarîxwazî çawa dikare ji aliyekî ve valahiya xebata ferhengî ya gelê Kurd tejî bike, û ji aliyekî din ve bibe pîlana serek ya tunekirina asîmlasyona ferhengî, û vê xebat ji rewşa piştguhxistinê ve bike xebata serekî ya me?

Bersiv: Herekta vê carê ya pêşmerge ku du Buhara sala 2016`an bi koda Rasanê dest pê kir, di rastî de, pêkvegirêdana xebata bajar û çiya û vegerxistina sercem navendên girîng ên civaka Kurdistanê bo rizgarbûna ji dest dîlî û destbiserkirina azadî û demokrasî û xwestekên neteweyî ên gelê me bûn. Çend biyavbûna tevgera Rasanê di heyama destpêkirina wê heya niha kariye bandoreke berçav li ser vegerxistin û vejiyandina ser ji nû ya xebata rizgarîxwazane û bizava ferhegî û rewşenbîrî û Kulturî danê û guhertinek be di asta civaka Rojhilata Kurdistanê de. Bê guman berdewambûn û vegeşiyana vê tevgera nû jî dikare palpişteke bihêz be bo her tevgereke kulturî û di heman demê de, berbirûyê her cure siyasetke asîmîlasiyon û dijminkarane ya rejîmê bibe.