Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kerkûk û sê rastî

14:07 - 24 Çirriya pêşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Karesata van dawiyane ku di Kurdistana Başûr de bi ser Kurd de hat, renge yek ji mezintirîn karesatên dîroka Kurd be, ku heya peravên gihîştina bi hinek ji xewnên xwe nêzîk bibe, lê ji nişkêve ew ji xevê veciniqandin, û xewnên wan kirin kabûs! Ew terajidiya tal ya Kerkûkê sê rastî selimandin bo me:

Yekem: Li gora hinek ji teoriyan dibêjin ku Rojhilata Navîn jeopolîtîka cîhanî ye, ku her ew “dilbûn” jî bûye sedema vê ku berdewam di lêdanê de be, û ew lêdan jî rûdaw û terajidî û hemase li pey wê tên. Renge bo heta-heta navçe seqamgîriyê bi xwe ve nebîne, jiber ku seqamgîrî wate êdî ew dil ji lêdanê bikeve, ku wê demê navçe bi tewahî wêran bibe, û dilê wî dimire, yan jî dilê cîhanê bo cihekî din tê veguhastin, û Rojhilata Navîn hêdî-hêdî lêdanên xwe kêm dike.

Duyem: Di vê dilê jeopolîtîk a cîhanê de, Kerkûka tejî ji neft, serçaweya xwînê (heman neft) bo dil û di rastî de bo cîhanê ye, û bi watayeke din di Rojhilata Navîn de jî, Kerkûk dilê jeopolîtîk a Rojhilata Navîn e. Di vê dilê navçeyê de jî, neft bûye sedema malwêraniya bo xelkê, û xêr ji vê neftê nedîtine, û qet jî xêrê jê nabînin, meger yê ku dewleta xwe hebe, û ew jî dewletek ku nefta xwe neke çek û teqemenî û…hwd, belkû neftê bike dabînkirina jiyaneke asûde ji bo xelkê, û geşedana demokrasiyê, ku ew jî ji van xewnên xweş e ku di Rojhilata Navîn de, û li rex deryaya neftê de, gellek zehmet e ku ser bigre.

Her deshilatek ku dest bi ser Kerkûkê de bigre, di rastî de dikare dest bi ser Rojhilata Navîn ya beşeke girîng ji Rojhilata Navîn de bigre, û lewra jî gelekomeyeke navçeyî û bi agehdariya zilhêzan jî, bo ser Kerkûkê hate kirin, da ku nekeve bin destê dewletekê bi navê dewleta Kurdistanê de, herwekî ku berpirsên Komara Îslamî piştî karesatê ragehandin ku ew rê nadin kerkûk bikeve destê dijmin de, ku ew jî mezintrîn dijminê Komara Îslamî ye. Niha hemû ekterên piratîkî û eşkere û piştperde li nefta Kerkûkê de beşdar dibin, û bi hevbeşî dixwin, heya ku dil lêdaneke din, û dubare dabeşkirina berjewendiyan û darêtina balansa hêz.

Sêyemîn: Kurdistan bi dirêjahiya dîrokê ew hinda ku min xwendibe, û jê agehdar bim, û renge zor jî lê nezanim, berdewam destewajeyên “terajidî” û “hemse” pêkve hatine. Rûpel bi rûpelên dîroka Kurd, xeteke wê terajidiya ye, û xetek jî hemase ye.

Terajidiyaya wê vedigere ser hilkewta coxrafî ya wê, ku rast li ser hezar riyekê cih girtiye, ku li her cihekî dinêre, hin xelk û girûp berbirûyê wê tên, û dixwazin, ku herin cihekî din dagîr bikin, ku ew yek jî li ser rê hilketiye, û derbeyekê lê didin, û terajidiyayek diqewime, her ew derbên berdewam ku erdnîgariya wê jî çiyayî ye, û fêrî berdewam û rawestiyanş kiriye, di derfeteke din de, rabûye, û hemase afirandiye. Ku hekî ew dubare rabûna û ew hemase nebûya, çend hezar sal berî niha Kurd bi tewahî ji nav diçû, tenê diviya tu di nava mozeyan de li pey wan bigerî, lê hertim di nava bûyeran de, beşeke girîng ya guhertinan e.

Lêdana dil di Rojhilata Navaîn de berdewam e, û dabeşbûneweya berjewendiyan û parsenga hêzê jî berdewam e, lewra dîroka kurd jî berdewam e, û gellek caran jî tê ducarîkirin, lê di niha de, ku dewleta Tehranê û Bexdayê yek girtine, lêdaneke dil di navçeyê de renge herduka pêkve bixe!.