Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Adil Ecobeyr: Civaka cîhanî dibe ku piştevaniyê ji tehrîmên nû li dijî Îranê bike

15:20 - 25 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê ragehand ku welatê wî piştgiriya helwesta Tramp serkomarê Amerîkayê dike.

Tramp roja 22`ê Rezberê bi ragehandina siyaseta xwe ya nû derheq Îranê ragehand ku ew nikarin piştrast bikin ku rejîma Îranê Bercam wekî xwe cîbicî kiriye. Eva di demekê de ye ku Ajansa Navneteweyî ya Enirjiya Etomî û mezinhêzên Eewropayî li ser pêbendbûna rejîma Îranê bi Bercamê raghandin ku rejîma Îranê pêbend bûye bi rêkevtina Bercamê.

Adil El-cobeyr roja Sêşemiyê di konferanseke çapemeniyê de li Londonê de ragehand: Rejîma Îranê ewlehiya herêma Rojhilata Navîn têk dide, û alîkariya saziyên şibhi leşkerî dike.

El-cobeyr ragehand ku reftara rejîma Îranê nahê qebûlkirin, û ew yek wê gellek encamên xirap li pey xwe hebin. Ew yek boçûna Tramp e jî, û emê piştevaniyê jê bikin.

Derheq destpêregihîştina rejîma Îranê bi çeka etomî jî, El-cobeyr ragehand: Derengîkirin di sepandina dorpêçên aborî bi ser rejîma Îranê de dikare ku bibe sedema destpêregihîştina rejîma Îranê bi hejmarek çekên navikî.

Erebistan li dijî hebûna çekdarên rejîma Îranê di welatên Sûriye, Îraq û Yemenê de ye, û Tehranê bi hewldana bo berfirehkirina bazineya deshilata xwe tawanbar dike.

Pêwendiyên dîplîmatîk ên Tehran û Riyazê ji Befranbara 1394`an ve, piştî îdama ruhaniyê Şî`e di Erebistanê de, û şewitandina balyozxaneyê û konsolxaneya Erebistanê li Tehran û Meşhedê de têk çû.

Piştî vê ku Amerîkayê ragehand ku rejîma Îranê pêbend nebûye bi rêkevtina etomî, kongireya Amerîkayê heya nîveka meha Desamberê derfet heye, da ku derheq lihevkirina etomî ya Îranê helwesta xwe eşkere bike. Renge kongireya Amerîkayê, tehrîmên pêşîn en etomî ku hatibûn hilweşandin cardin dest pê bike.