Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ peyamek ji 7.mîn kongireya HAK-PAR re şand

20:02 - 25 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bo 7`mîn Kongireya Partiya Maf û Azadiyan, HAK-PAR`ê peyamek şand ku eva deqa wê ye:

Endamên rêzdar ên serkirdayetî û nûnerên xebatkar yên beşdar di kongireya 7.mîn a HAK-PAR`ê de!

Li ser navê Deftera Siyasî ya PDK Îranê, silavên xebat û tekoşînê pêşkeşî we hevalên hêja dikin, û bi minasibeta lidarxistina 7`mîn kongireya we, tevî pîrozbahiyên germ, hêviya serkeftinê ji bo we dixwazin. Em hêvîdar in kongireya we bi biryarên waqi`ibînane û kêrhatî derfetek baş pêk bîne, daku hûn bikarin li gor rewşa niha ya tevgera Kurdistanê û guhertinê herêmê, rêbaz û taktîkên xebata xwe baştir dabirêjin û xebata xwe berfirehtir bikin.

Kongireya we di rewşekê de tê lidarxistin ku Rojhilata Navîn û welatên herêmê di nav guhertinên bilez de ne. Wekî eyan e, dewleta Turkiyê jî ev çend sal in ku ji çend hêlan ve di nav rewşeke aloz û bikirîz a navxweyî û herêmî de jiyan dike, û heta niha nekariye pêngaveke micid û demokratîk ku çareseriya pirsa Kurd bike, hilgire. Di eynî hal de em dibînin tevgera rizgarîxwazî ya Kurdistanê jî li her perçeyeke Kurdistanê, li gorî îmkan û taybetmendiyên xwe, bi hemû zehmetiyên xebatê û di nav wan de jî berevaniya rewa, bi rêbaza aştîxwazane û demokratîk di qonaxa vejîn û pêşveçûneke nû da ye, û ber bi pêş ve diçe, û mil bi milê wan guhertinên deverê dikare derfetek nû bo gelê Kurd pêk bîne.

Lê eşkere ye ku di her rewş û egerekê de, yekîtî û hevdengiya Kurd û hêzên siyasî ên Kurdistanê di her perçeyekê de dikare bibe zaminê serkeftinê. Di heman demê de hêzên siyasî ên Kurd jî li her perçeyekê, serbarê cudahiyên di navbera wan de, hewce ye bi yekhelwestî û riha welatperwerî û netewî, tevgera gelê Kurd pêşve bibin û di hemberî pilanên neyaran de, li gor berjewendiyên netewî piştevanê hevdu bin. Em wek PDK Îranê, li gor stratejiya netewî ya xwe, ji xebata xûşk û birayên xwe di her perçeyeke Kurdistanê de harîkar dibin, û bi her îmkanek siyasî û me`inewî, piştevaniyê dikin.

Bi hêviya serkevtina kongireya we, û bidestveanîna maf û azadiyên demokratîk û netewî ên gelê kurd.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
14.10.2017