Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dawî guhertinên navçeyê di navbera PDKÎ û hevalên Pêşîn de hate gengeşekirin

20:08 - 25 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Di hevdîtina di navbera Deftera Siyasî ya PDKÎ û heyetekê bi serperestiya Birêz Mistefa Mewlûdî de, pirsa Kurd di Başûra Kurdistanê û metirsiyên li ser binke û baregehên hizbên Rojhilat hate gengeşekirin.

Li gora nûçeya gihîştî bi malpera Kurdistanmedia, piştînîvroya roja Sêşemiyê 2`ê Xezelwerê (24.10.2017`an) rêzdra Kak Mistefa Mewlûdî digel hevalên Deftera Siyasî serdan Deftera Siyasî ya PDKÎ kir, û ji aliyê birêz Mistefa Hicrî sekreterê giştî ê PDKÎ û endamên Deftera Siyasî ve bi germî bixêrhatina wan hate kirin.

Di vê civînê de li ser dawî guhertinên siyasî ên pêwendîdar bi pirsa kurd li Başûr û pirsa êrîşa arteşa Îraqê û Heşda Şe`ibî bi beşdariya Spaha Pasdaran a Komara Îslamî bo girtina bajarê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî ên kêşe li ser û ew metirsiyên li ser deskewtên siyasî û neteweyî ên Herêma Kurdistanê guhertina bîr û boçûnan hate kirin.

Di beşeke vê guherîna bîr û boçûnan de, gefên rejîma Komara Îslamî li ser hizb û aliyên siyasî ên Rojhilata Kurdistanê xistin ber bas, û bona tunekirina pîlanên rejîma Îranê û hêzên Spaha Pasdaran û bikirêgirtiyên binkeya Quds li ser komeke rêûşûnên piratîkî pêdagirî hate kirin, û organên pêwenîdîdar hatin erkdarkirin di biyavê piratîkî de hevkarî û hemahengî bikin.