Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hêzên rejîma Îranê li Urmiyê gellek hevwelatî destbiser kirin

14:48 - 26 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî bûyera xwendingeha Rahê Şoheda ya Îslamabadê, hêzên rejîmê bi awayekî berfireh dest kirine bi destbiserkirina hevwelatiyên Kurd.

Hêzên Îtila`atî ên rejîmê dest bi girtina wan kesan kirine, ku derheq destdirêjiya li ser keçeke 12 salî di xwendingeha Rahê Şoheda ya Îslamabadê de dest bi meşeke nerazîbûnê kiribûn. Tê gotin ku hêzên Îtila`atî ên rejîmê gef li malbata wê dersxwana 12 salî xwarine ku nabe li ser wê bûyerê dengê xwe bilind bike.

Roja 1`ê Xezelwerê bû ku xelkê Îslamabad a Urmiyê li dijî vê kiryara kirêt ya karsazekî xwendingehê daketin qadan, û nerazîbûna xwe nîşan dan.

Hêzên serkutker ên rejîmê xwastin ku bi lêdanê, xelkê ji derdora xwendingehê dûr bixin, lê di encamê de şer û pevçûn di navbera xelkê û hêzên rejîmê de rû da, û nêzî 20 kes ji hêzên rejîmê bi sedema giraniya birînên wan, bo nexweşxaneyê hatin şandin.

Derheq vê bûyerê de berpiryarên pêwendîdar ên rejîmê gotinên nakok û dij bi yek belav dikin. Ji aliyekî din ve Birêveberê Giştî ê Perwerdehiya Urmiyê bas ji rastiya vê bûyerê dike, lê ji aliyekî din ve fermandar û cîgirê siyasî-emniyetî vê yekê ret dike.