Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sekreterê Giştî yê PDK Îranê hat hilbijartin

14:02 - 5 Çirriya pêşîn 2012

Kurdistanmedia: Di yekemîn civîna Komîteya Navnedî, hilbijartiya Kongireya 15’ a PDK Îranê, Sekreterê Giştî yê wê partiyê hat hilbijartin.

Li gor rapora nûçegihanê Kurdistanmedia, Komîteya Navendî a hilbijartiya Kongireya 15’ “Kongireya Dr. Sadiq Şerefkendî” di yekemîn civîna xwe de birêz Mistefa Hicrî weke Sekreterê Giştî yê partiyê hilbijart.
Kongireya 15’a PDK Îranê roja Şemî berwar 29’ê Îlona 2012’an li jêr navê “Kongireya Dr. Sadiq Şerefkendî” bi dirûşma “Hewildan bo yekrêzî di pêxema serkevtinê de”, bi fermî dest bi kar bû û piştî 6 roj karê berdewam, bi awayek serkevtî dawî bi karê xwe anî.
Di kongireya han de piştî xwendin, nirxandin û pesendkirina rapora Komîteya Navnedî û bas û şirove li ser bername û esasnameya PDK Îranê û pesendkirina wê ji aliyê kongireyê ve û çendîn pirsên din ên Kurdistanî, Îranî, deverî, cîhanî û çendîn pirsên hundirîn ên PDK Îranê, roja Pêncşemî berwar 4’ê Çiriya Pêşîn a 2012’an, bi hilbijartina 25 Endamên Komîteya Navnedî di nav de birêz “Mela Hesen Şêweselî” endamê îftixarî, û 8 Endamên Cihgirên Komîteya Navendî dawî bi karê xwe anî.
Herweha kongireyî bi gişt dengan, sekreterên her sê Yekîtiyên Jinan, Ciwanna û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê weke Endamên Cihgirên Komîteya Navnedî hilbijart.
Di encam de Komîteya Navendî a PDK Îranê “Kongireya Dr. Sadiq Şerefkendî” bi Sekreterê Giştî yê PDK Îranê hilbijart.

Kurtiyek li jiyana Mistefa Hicrî:

Nav: Mistefa Hicrî

Sala jidayîkbûnê: 1945

Cihê jidayîkbûnê: Nexede

Radeya xwendinê: Lîsansa Edebiyata Farsaî. Zanîngeha Tehranê

Ziman: Kurdî, Înglîsî, Farsî û Turkiya Azerî

Sala tevlîbûn bi PDK Îranê: 1979
Bûn bi Komîteya Navnedî 1979

Bûn bi Deftera Siyasî 1980 heya 1985

Bûn bi Cihgirê Sekreterê Giştî 1989 heya 1992

Bûn bi Sekreterê Giştî 1992

Bûn bi Cihgirê Sekreterê 1995 heya 2000

Bûn bi Endamê Deftera Siyasî 2000 heya 2004

Bûn bi Sekreterê Giştî 2004 heya 2012’an