Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îraq li hemberî Amerîkayê de pişta Heşda Şe`ibî digre

14:46 - 28 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Amerîkayê daxwaz ji Îbadî kiriye ku Heşda Şe`ibî kontrol bike, û serbarê vê ku Îbadî ragehandiye ku Heşda Şe`ibî fermanê ji wî werdigre, lê di piratîkê de ne wisa ye.

Amerîkayê heya niha çendîn carî ragehandiye ku ew milîşa ji rejîma Îranê fermanê werdigrin, û hêzên Îranê nabe destêwerdanê di nava karûbarên Îraqê de bikin, lê di hember de Heşda Şe`ibî daxwaz ji Amerîkayê kir ku dibe ew bilez xaka Îraqê bi cih bihêlin.

Wezareta Karê Derve ya Îraqê jî ragehand ku Heşda Şe`ibî beşek e ji hêzên Îraqî. Eva di demekê de ye ku ji tu aliyekî veşartî nine ku ew fermanê ne ji Îbadî, belkû ji rejîma Îranê werdigrin, û di bûyera Kerkûkê de jî, ew yek îsbat bû.

Bo mînak Ebû Mehdî Muhendis yek ji serkirdeyên herî xûya ên Heşda Şe`ibî ye, û pêwendiyeke gellek nêzîk jî digel Hêza Quds ya Spaha Pasdaran heye.

Ew serkirdeyê Heşda Şe`ibî di sala 2009`an de ji aliyê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê ve wekî terorîst hate nasîn, û niha jî her wekî terorîst tê naskirin. Serbarê vê yekê jî navbirî bi bê tirs di Îraqê de digere û pilana êrîşan dadirêje.