Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Milîtarîzekirina bajarên Kurdistanê roj bi rojê zêdetir dibe

15:14 - 29 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Di çend rojên derbazbûyî de, dijîgeliyên rejîma Îranê di bajarê Mehabadê de, dest kirine bi avakirina çeperan.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera Kurdistanmedia, roja Înê hêzên rejîma Îranê li ser kolan û çariya bajarê Mehabadê dest kirine bi çêkirina çeperan, û ji vê riyê ve dixwazin ku xelkê vî bajarî bitirsînin.

Nûçeyên gihîştî ji bajarê Mehabadê bi “Kurdistanmedia”yê, bas ji vê dikin, ku biryar e di vê hefteyê de civîneke berfireh bo caş û kirêgirtiyan bi rê ve bibin.

li gora vê çavkaniyê armanca Spaha Pasdaran ji danîna çeperan li ser kolanên vî bajarî nîgeranê dijkiryara xelkê bajarê Mehabadê ye di hemberî kiryarên Spaha Pasdaran li Başûra Kurdistanê.

Her di vê derheqê de, hêzên rejîma Îranê heyamek e ku çekên giran û nîvegiran anîne bajarê Seqizê, û di vî bajarî de cihgir kirine.

Hatina Heşda Şe`ibî bi alîkarî û piştevaniya Spaha Pasdaran bo bajarê Kerkûkê û navçeyên kêşe li ser ên Başûra Kurdistanê hevxemiya hevwelatiyên bajar û navçeyên Kurdistana Rojhilat lê ket, eva jî bûye sedema vê ku Spaha Pasdaran ji tirsê rabûna xelkê dest kiriye bi çêkirina çeperan û xelkê pê ditirsîne.