Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mes`ûd Barzanî weke pêşmergeyek wê li ser karê siyasî berdewam be

20:49 - 30 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Mes`ûd Barzanî serokê Herêma Kurdistana Başûr, bi belavkirina peyameke dîrokî, dest ji kar kêşa.

Nûçegihanên Hikûmeta Herêma Kurdistanê, belav kirin ku: Di şeva derbazbûyî de, 7`ê Xezelwera 1396`an de, Mes`ûd Barzanî, serokê Herêma Kurdistana Başûr, bi awayê fermî dest ji pileya serokatiya Herêma Kurdistanê hilgirit, û desthilata xwe dabeş kir.

Mes`ûd Barzanî, tevî ewê ku heyama serokatiyê ji bo 8 mehên din hatibû dirêjkirin jî, lê belê navbirî ev biryara red kir.

Navbirî bas ji vê yekê kir ku: Ew weke pêşmergeyek di nav gelê xwe, û pêşmergên ezîz de, li ser xebat û têkoşanê ji bo bidestanîn mafên rewa yên gelê kurd û berevanîkirin ji destkevtên neteweya me berdewam dibe.

Serokê Herêma Kurdistanê di beşeke din a axavtinên xwe de, bas ji vê yekê kiriye ku: Me wisa dizanî ku Civata Navneteweyî rêz ji bo qurbanîdana gelê Kurd digire, û Bexada jî wefadar dibe, lê belê mixabin me dît ku her di vê demê de hemû hewla wan eva bû daku wan hewlan bi qazanca xwe tewaw bikin.

Barzanî bas ji vê yekê jî kir ku ewên ku Amerêkayê ew weke terorîst binav dikirin, me dît ku siwarî tankên “Ebramiz” bûn û êrîşê ser kurdistanê kirin, ev xwe cihê pirsiyarê ye.

Herwih navbirî derheq rewşa niha a Kurdistanê, bas ji vê yekê kir ku: Îmkan nine em rewşa niha a Kurdistanê qebûl bikin û Kerkûk nasnameya Kurdistanê ye, û mirinê hildibijêrim û nahêlim kerameta me bişkê.

Desthilgiritin ji kar bi tu awayekî babeteke asayî nine di Rojhilata Navîn de, û eva jî hûnereke ku kêm kes di jiyana xwe de encam dide, Mes`ûd Barzanî yek ji rêberên Kurd di Rojhilata Navîne de ye, ku dest ji posta mezin weke rêberê welatekî bi awayekî Demokratîk hilgirt, û heta îzin neda ku endamên malbata wî jî xwe ji bo posta serokatiya Herêma Kurdistana Başûr berbijêr bikin.

Mes`ûd Mistefa Barzanî, 16`ê Tebax 1946`an di bajarê Mehabad a Kurdistana Rojhilat de hatiye dine, û di hilbijartinên serokatiya Encumena Nîştimanî a Kurdistanê de, di 12`ê Hezîrana 2005`an de, weke yekem serokê Herêma Kurdistanê, ji aliyê Encûmena Nîştimanî a Kurdistana Başûr ve hate hilbijartin.