Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Netanyaho: Rêkevtina navikî dibe ku bê hilweşandin

21:04 - 30 Çirriya pêşîn 2017

Kurdistanmedia: Serokwezîrê Îsraîlê Netanyaho berdewam bas ji vê dike ku dibe rêkevtina navikî ya digel rejîma Îranê bê hilweşandin.

Nûçegihaniya Rûsiye El-yewm di raporekê de belav kiriye, ku roja Yekşemiyê Netanyaho serokwezîrê Îsraîlê di axavtina xwe de digel kabîneya xwe de bas ji vê kiriye ku Îsraîlê digel rêkevtina navikî dijberî heye.

Navbirî di vê civînê de ragehandiye: Rêkevtina navikî dibe sedema vê ku ew rejîma destên wê bigihîje çeka navikî.

Navbirî di beşeke din ya axavtina xwe de bas ji vê kiriye ku rejîma Îranê piştevanê terorîzmê ye, û ew rejîma dirêjiyê dide pirograma xwe ya mûşekî.

Çend roj berî niha beşek ji senatorên Amerîkayî di nameyekê de rû li Ajansa Navneteweyî ya Têhna Navikî daxwaz kirin ku lêgerînê li binkeyên leşkerî ên rejîma Îranê de bikin.

Amerîka nîgeranê pirsa navikî ya rejîma Îranê ye, lewra zextên xwe li ser rejîma Îranê zêde kiriye, heya ku nekare çeka navikî bi dest bixe.

Welatên Rojavayî û navçeyê nîgeraniya xwe li ser pirsa navikî ya rejîma Îranê eşkere kirine, û bas ji vê dikin ku li egera destpêregihîştina Spaha Pasdaran a terorîst bi çeka navikî dikare gefên zêdetir li cîhanê bixwe, û kiryarên terorîstî zêdetir bike, û metersiyeke zêdetir li ser tewahiya cîhanê çê bike.