Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dayîka şehîdekî PDKÎ çû ser dilovaniya xwe

21:51 - 24 Tebax 2017

Kurdistanmedia: Xatûn Rei`na Emînî dayîka şehîdekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, çû ser dilovaniya xwe.

Li gora nûçeya gihîştî malpera kurdistanmedia, roja Çarşemî 23`ê Tebaxa 2017`an, Re`ina Emînî dayîka şehîd Umer Kerîmî li navçeya Sahib a ser bi bajarê Seqizê li temenê 75 saliyê de, bi sebeba bûyera hatûçûnê canê xwe ji dest daye.

Termê xatûn Re`ina li goristana bajarê Sahib ku tirba şehîd Umer jî li wir e, bi axê hate spartin.

Dayîka Re`ina kesekî nîştimanperwer û wefadar bi rêbaza lawê xwe yê şehîd bû.

Şehîd Umer Kerîmî pêşmergeyekî qehreman yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû, û di şerekî qehremanane de li çiyayê Nihênî di şerê li dijî dagîrkerên nîştiman de, hatibû şehîdkirin.

Partiya Demokrat a Kurdsitana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kes û karên navbirî, û herwiha xwe şirîkê vê xem û kesera wan dizane.