Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Têrîza Mey” ragehand: Bo serxwebûnê dibe Kurd digel Bexdayê gotûbêjê bike

14:47 - 2 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Serokwezîra Birîtanyayê “Têrîza Mey” derheq bûyerên di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Îraqê de daxwaza rêkevtina siyasî ya bilez kir, û ragehand ku bo pirsa serxwebûnê dibe ku kurd digel Bexdayê gotûbêjê bike.

Parlemantarekî Partiya Parêzgaran (muhafizekaran) jî bi navê “Cak Lopirêstî” bas ji girîngiya rola pêşmerge kir, û ragehand ku, rola pêşmerge li şerê li dijî DAÎŞ`ê de bibandor bû, û pêşmerge bû ku bi şerê li dijî DAÎŞ`ê aramî vegerande kolanên Birîtanyayê jî.

Ji aliyekî din ve çend kongresmenên Amerîkayî jî, roja borî di konferaseke çapemeniyê de li pêşberî avahiya Koşka Spî piştgiriya xwe ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rola pêşmerge re rageahandin, û bi tundî Trump rexne kirin ku di hemberî destêwerdanên rejîma Îranê di nava karûbarên welatên herêmê û êrîşa Heşda Şe`ibî de bêdeng bûye.

Herwisa wan ragehandin ku “Birêt Mekgork” zanyariyên nerast dane kabîneya Amerîkayê. Wan kongresmenan hinek wêne belav kirin ku nîşan dida fermandê Hêza Quds ya Spaha Pasdaran Qasim Silêmanî fermandehiya şerê li dijî Kurdan kiriye, û milîşên Şî`e jî siwarî tank û wesayitên Amerîkayî bûne, û bi wan trombêlên leşkerî êrîşî ser Kurdistanê kirine.

Herwisa wan bas ji Ebû Mehdî Muhendis jî kirin ku serbarê vê ku kesekî terorîst e, lê digel Qasim Silêmanî fermandehiya şer li dijî hevpeymanên wan kiriye, û deshilatdariya Amerîkayê jî bê helwest e li hemberî vê yekê de.

Yek ji wan kongresmenan ragehand ku tu ferqek di navbera Heşda Şe`ibî û DAÎŞ`ê de nine, tenê yek ji wan Sunî ye, û yek ji wan Şî`e ye, û her du jî dijminatiya Kurdan dikin.

Herwisa bas ji vê hate kirin ku Îran dixwaze ji riya xeta Şî`e ve bigihîje sînorên Îsraîlê, û dibe Trump derheq vê yekê de helwest hebe.