Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Beşdariya şandeke Deftera Nûneratiya PDKÎ di mersima şehîdên Zomarê de

19:34 - 4 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Şandeke Deftera Nûneratiya PDKÎ a bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima şehîdên Zomarê de kir.

Şandeke Deftera Nûneratiya PDKÎ, li merasima şehîdên Leşkera Roj, ku di berevanîkirina bajarê Zomarê de şehîd ketibûn, beşdarî kir.

Şanda Nûneratiya PDKÎ, bi serperestiya “Mihemedsalih Qadirî” berpirsê Deftera Nûneratiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê, beşdarî di merasima şehîdên bajarê Zomarê de kir, û bi navê PDKÎ sersaxî li serokê “ENKS”ê û endamên Encûmena Nîştimanî û malbata şehîdan kir.

Nûnerê PDKÎ, qaremanî û helwêsta pêşmergên “Leşkera Roj” di pêxema berevanîkirin ji Kurdistanaê de cihê serbilindiyê da zanîn, ku ji bo parastin ji ax û serweriya Başûrê Kurdistanê li hember êrîşên neyaran canê xwe fîda kirine.

Di wî şerî de, 8 pêşmergên “Leşkera Roj” a ser bi “ENKS”ê şehîd ketine, û çend pêmergên din jî birîndar bûne.

Şanda PDKÎ ji aliyê “Birayîm Biro” serokê “ENKS”ê û endamên serkirdayetiya wê ve, pêşwazî ji wan hate kirin.