Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewayiya çek û rewayiya xelkê

22:38 - 6 Çirriya paşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Efserekî hêza Qacarî, perwerdê destê hêzên Berîtanyayê derbe (kûdeta) li paşatiya Qacarî kir, û hikûmeta Komarî ragehand, û piştre ku axûndên Şî`e li dijî vê sîstema Komarî sekinîn, cardin ew sîstem kire paşatî, lê vê carê paşatiya pehlewî! (Rezaxanê Mîrpenc) ku piştre xwe kire Reza şah, arteşeke peyt û mezin ava kir, û bi rênîşandana derekî, bi derba hêz û arteşa yekdest, xwest ku hemû “memleketên mehrûse ên Qacarî” ku kiribûn “memleketên mehrûse ên pehlewî”, li jêr yek ala û yek fermanê de bi rê ve bibe, û deshilata “yek dewlet” û “yek netewe” pêk bîne.

Bi derba çek û arteşa zalim bîst salan hukim kir, lê di dema hatina hêza Mutefiqîn de, arteşa rizî hilweşiya, û hemû reviyan!

Hikûmeta Be`is ya Sedam, ew arteşa peyt û bihêz, sertaserê Îraqê xiste bin kontrola xwe de, û çendîn şerên navçeyî kirin, lê di sala 2003`an de li hemberî êrîşa derekî de, tenê 21 rojan karî xwe ragire, herçend zûtir jî rûxa, lê hêzên derekî hez dikirin ku arteşa Îraqê bi tewahî tune bikin!.

Di 2011`an de Malikî hakimê Bexdayê arteşa Îraqê bi çek û cebilxaneya Amerîkayî teyar kiribû, û operasiyona Dîcle ragehand û xwest ku Kurdistanê pê bigre, 1000 terorîstên DAÎŞ`ê hatin nava Mûsilê, û arteşa rizî ya Malikî heya Bexdayê reviyan!.

Piştî vê ku Xomênî hate ser kar, fermana cîhadê li dijî gelê Kurd derkir, û tewahiya îmkanatên mirovî û siyasî û aborî û olî ên xwe ji Spaha Pasdaran re xerc kirin, û hêz şande ser Kurdistanê heya ku Kurdan pê serkut bike, û Kurdistanê dagîr bike.

Niha piştî 38 salan ku bi ser êrîşa Spaha Pasdaran li ser Kurdistanê re derbaz dibe, hêşta di nava bajarên Kurdistanê de tank û mûşekan û çekên giran nîşan didin, û binkeyên leşkerî ên Spaha Pasdaran di nava dilê bajarên Kurdistanê de rûçikê bajaran têk dane, û beşek ji bajar dagîr kirine, û herçend mehan carekê bi hêcetekê, bi hêza xwe û kirêgirtiyan di nava bajaran de manoran didin. Piştî 38 salan hêşta jî bi tank û top û mûşekan berbirûyê ciwanên Kurd dibin, û di nava kolanên bajar de çeperan lê didin!.

Renge çek û cebilxane û arteşa mezin ya serkutkar û Spaha Pasdaran ya terorîst bikarin ku deshilata îdeolojîk û dîktatorî ya xwe li ser xakekê bisepînin, lê qet nikarin bi ser xelkê de hikûmetê bikin, jiber ku ew xelk tenê li ber parastina canê wan e ku renge bo heyamekê bêdeng bin, lê rojekê bêzariya xwe ji vê dagîrkariyê wê nîşan bidin. Ew hêzên kartonî ên wekî arteşa Reza Şah û Spaha Be`is û artşa Malikî çi hate serê wan, pêşeroja Spaha Pasdran û arteşa Îraq a niha jî ku dixwaze bi bi çek û serkutê hikûmetê bike, her wekî ên din dibe, jiber ku çend bihêz jî bin, ji arteşa xwedî çek a etomî ya Soviyetê bihêztir nabin, ku piştî 14 salan dagîrkariyê bi neçar Efxanistana dagîrkirî bi cih hêlan, û di hemberî nerazîbûna xelkê Soviyetê de jî nekarîn xwe ragirin, û di şev û rojekê de hikûmeta dîktatoriya Piroltariyayê têk dan.

Çek û cebilxane renge çend rojan dagîrker biparêze, lê qet rewayiyê bo hikûmetê nahîne, hikûmetek ku nekare dilê xelkê bi dest bixe, encama wê her hiloşîne.