Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şikesta Kerkûkê destpêka rabûneke din

22:42 - 6 Çirriya paşîn 2017

Cemal Resûl Dinxe

Dîrok hertim bi awayek ji awayan dubare dibe. Bûyera 25`ê Rezbera 1396`an (16.10.2017)`an rast bibîrhîner û dubarebûna dîrokê di cîhanê de, û bi taybetîtir ji bo neteweya Kurd bû.

Bûyerên dîrokî ên neteweya Kurd wekî şoreşa Şêx Se`îdê Pîran li 8`ê Şibata 1925`an, Mîrê Rewandizê 1826`an, Şêx Rezayê Dersîm 1937`an, Simayîlaxayê Simko 1918`an, Şoreşa Agirî 1927`an, Şêx Ubeydullahê Nehrî 1880`î, û Bedirxan 1821`an, Yezdanşêr 1853`an, Şêx Mehmûd 1918`an, Şêx Ehmed Barzan 1943`an, Şêx Ebdulselam Barzanî 1908`an, û Qazî Mihemed 1924`an, û tevgera azadîxwaziya Kurd hemû di têgehekê de cih dibin, “Ketin û rabûn”.

Bûyera Kerkûkê di çarçoveya şirovekirina pirseke dîrokî hêsan e, û hemû takên Kurd, sexera xwe û rêberên Kurd dibin ku nediviya Kurd wan şaşiyên dîrokî ku çendîn carî ezmûn kirine cardin dubare bikin. Lê diviya ku em bêjin ku hemû şoreşên Kurd û şikestên wan ên niha jî Kerkûkê di biyavê derûnî de bandora xwe li ser hest û bîra neteweyî daniye, û serdemê xwe jî, şoreşên gelê Kurd bi vî rengî û heya vêdetir jî bandora xwe danîne, lê bi sedema vê ku “Hişyariya neteweyî” gellek lawaz bûye, û keresetên ragehandinê tunebûne, da ku ew rûdaw û bûyer bêne tomarkirin û bêne veguhastin, bi bêdengî, bixwe di nava hesta pirr ji derdê xwe de nuqim û bat bûne.

Bûyera kerûkê li serdema niha de bi sedema pêşkevtina serdema me, hemû Kurdek han da ku kerkûk axa kurdistanê ye, û dibe ku tola wê hildin, û derheq vê bûyerê de xwe hevderd dizanin ku wate di hesta hevbeş de bi wateya piratîkî beşdar bûn.

Referandoma serxwebûna Kurdistanê bi cîhana derve ragehand ku Kurd îradeya xwe heye, û qedera xwe dinivîse. Ew yek li cem tu welatekî cîran û Rojava cihê baweriyê nebû, jiber ku neteweya Kurd ya serdema 19 û 20 nebû ku wan bîr jê dikir, lewra hekî em bêjin ku Rojavayî jî di hesabên xwe de derheq Kurd rastî şaşiyan hatine, ew yek dûr ji rastiyê nine, lewra referandomê karî ku siyaset û dîtingeha Rojava derheq gelê Kurd biguhere.

Şikesta hêzên pêşmerge jî, ew jî bi vî awayê nexwastî nikare referandoma serxwebûna Kurd, demserveçûyî bike, belku rastî ew e ku herçend encama referandomê nebû kiryar, lê pirojeya serxwebûnê nesekinye, û sergirtina vê armancê jî tenê demê dixwaze.

Pirojeya Kurdan bi hikûmeteke tayifî ku bingeha wê milîşên Heşda Şe`ibî ne ku ser bi Spaha Pasdaran in, nahê ragirtin. Ya ku dikare serbixweyîxwaziya Kurdan ragire, cîbicîkirina sîstemeke sekolar, demokratîk û federal di çarçoveya dewleteke medenî de ye, ku hevwelatiyên erdnîgariya Îraqê bi bê berçavgirtina ayîn û mezheb û netewe di xwe de cih bike, ku ew yek jî tiştekî gellek dijwar tê berçav.

Piştî rûxana hikûmeta Sedam, hikûmetek di Bexdayê de hate ser kar, ku serbarê mezhebîbûna xwe, ser bi rejîma Îranê bû, ku ew jî kêşeyeke kûr bû, û di rastî de çavkaniya hemû kêşeyan bû.

Piştî van çend salan hikûmetdariyê li Bexdayê, tu riyek cuda ji serbixweyiyê nemabû, jiber ku Îraq di heyama çend salên borî de, bûbû navendeke tayifî ya Şî`e ku ser bi Îranê bû. Deshilata Şî`e bi serperestiya Îranê li serdema Obama de zêdetir xwe sepand û seqamîgîr bû. (Qise û lêkdaneweyên niha û derbazbûyî ên siyasetvanên cîhanê û bi taybetî siyasetmedarên Amerîkayê selmînerê vê mijarê ne).

Lewra heya wê demê ku Îraq di nava qofiya hikûmeteke mezhebî wekî rejîma Îranê de bimîne, pirojeya Kurdan dawî nahê, belkû di heyama bê de, wê şahidê bûyerên siyasî û leşkerî ên din di asta Îraqê û navçeyê de bin ku niha jî hişdarî didin ku xwe ji şer biparêzin.

Herwisa dibe ku em bêjin ku ji siyasetvanên kurdistana Başûr nahê qebûlkirin ku bêkar rawestin, û destên xwe ji Kerkûkê bişon, jiber ku ew bajar cuda ji vê ku çavkanieyeke bihêz ya aborî ye, bi şahidiya dîrokê Kerkûk serbarê hemû pêkhateyan bajarekî Kurdistanî ye.

Serbarê vê ku rejîma Îranê dirêjiyê dide destêwerdanên xwe, û berdewam di hewla vê de ye ku duberekî û ajawê saz bike, lê bi vî halî jî dosiyeya Kurdan bi jidestdana Kerkûkê û heya kontrola bajarên Kurdistanê ve nahê daxistin.

Pirojeya kontrolkirina navçeyên Kurdistanî ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê pêştir pîlan jê re hatibû danîn, berpirsên Herêma Kurdistanê bas ji vê kiribû ku egera rûdaweke wisa heye, lewra digotin ku zimanê gefan tu tiştî çareser nake, û gotûbêj baştirîn rê ye. Herwisa pêştir jî bi serkirdayetiya Kurd hatibû gotin, ku ji van navçeyan vekêşin, û heya hêla kesk jî destnîşan kiribûn, ku sînorê 2003`an û rûxana Sedam e. Heya di dawî rojên zextên bo paşxistina referandomê, pêşniyara paşxistinê bo heyama hefte û mehan jî hebû, ku ew yek nîşan dide ku armanca wan dagîrkirina Kerkûkê berî birêveçûna referandomê bû, û rêgirtin bû ji encamdana referandomê di vî bajarî de, û paş referandomê jî her çi ku bangewaza diyalogê bû, ret kirin û pîlana êrîş û dagîrkirina Kerkûkê bi rêberiya Spaha Pasdaran cîbicî kirin.

Reftara eqlanî digel vê rewşa heyî de ji bo Kurd girîng e, û dibe ku hêla siyasî ya xwe wekî dewleteke medenî û demokratîk û xwedî rewşeke mêjûyî, ku çendîn pêkhateyên neteweyî û mezhebî, û îde û ayînan bi xwe ve digre, biparêze. Jiber ku Kurd li warê stretajiya neteweyî û jeopolîtîk de heya niha hejmareke giran e, û dibe di navxwe de, xwe bihêz bike û kêmasiyên derbazbûyî ên xwe çareser bike.

Herwisa di rewşekê de ku neteweya Kurd di şokê de ye, û di nava rûxana “mezinahiya neteweyî” ya piştî referandomê de dijî, berpirsyariya me ew e ku bedela vê ku ew bibin dadwer, bibin nojdar û perestar.

Erka exlaqî ya me di rewşekê de ku hebûn û nebûna neteweyî ya me di metirsiyê de ye, hebûn û yekbûn girêbesteke bilez ya civakî û derûnî ye ku em bi hev re bikarin ku vê kirîzê derbaz bikin, û ew yek girîng û bibandor e. Piştî derbazbûna ji kirîzê jî, bêguman dem heye bo hesabwergirtina ji afirînerên kirîzan.

Bûyerekî wekî Kerkûkê hekî dubare bibe, cihê qebûlkirinê nine, lê nabe em vê yekê jî ji bîr bikin, ku berî vê jî Kurdan qonaxên gellek hestiyar di dema 100 salên borî de birîne, lewra ew yek nabe bingeh bo dorandina Kurd, belkû dibe em bizanin ku siyaset demkî ye, û hertim “birin” nine, “dorandin” jî heye, rêbertiya Kurd dibe bizane ku yekdestiya hêza leşkerî karteke “birinê” ye, di leyîza siyasî de.

Rêberên siyasî ên kurdistanê gellek baş ji vê rastiyê dizanin û tecrube digel hemû hikûmetên zal bi ser Kurdistanê de hene, ku pirr e ji oportonîstî û peymanşikêniyê, û derevan ji aliyê dijminan û îxanetkaran ve, û her ew yek jî dibe bibe xalek ku “kêmtir xemî” gefek e li ser derfet û deskevtên kurd.

Kurd cardin xwe organize dike, û bo carek din jî xwe bi cîhan û navçeyê dide naskirin. Kurd herçend ku di dîrokê de derbên giran xwarine, lê ne tenê kol nedaye, û neketiye, lê belkû qahîmtir û biîradetir û tundtir ji berê dest bi xebatê kiriye. Dibe em vê yekê jî bêjin û vê rastiyê qebûl bikin, ku tenê tişta ku neteweya Kurd aram dike, ew e ku daxwazî û xwesteka wan cîbicî bibe, hekî ne wisa be,heya ku rewreweya dîrokê hebe, Kurd dev ji xwesteka xwe bernade û navçeya Rojhilata Navîn jî asayiş û aramiyê bi xwe ve nabîne.