Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gola Urmiyê nefesên dawiyê dikêşe

15:22 - 7 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Tenê %25 ji ava gola Urmiyê maye, û berpirsan sozên xwe bi cih neanîn.

Îdareya Giştî ya Jîngeha Urmiyê ragehandiye ku rewşa gola Urmiyê nebaş e, û %75 ya ava vê hişik hebûye, û pêşîgirtina ji hişikbûna wê êdî gellekî zehmet bûye.

Eva di demekê de ye ku sala borî seroka Saziya Parastina Jîngehê Me`sûme Ibtikar bas ji vê jî kiribû ku alîkariya hevbeş ya ofîsa Alîkariyan a NY, û dewleta Japonê, û Saziya Jîngeh a Îranê ewê bikarin gola Urmiyê vejînin.

Hêjayî basê ye ku ji sala 1392`an ve, dewleta 11`an, bi alîkariya pirograma vegeşandinê ya NY û dewleta Japonê hewl didin, ku vê golê vejîne. Lê niha berpirsên pêwendîdar, bi xwe bi eşkere radigehînin ku gola Urmiyê nefesên dawiyê dikêşe, û vegerandina wê bo ser rewşa berê mehal e, û tenê ew dibe hewl bidin ku pêşiya hişikbûna zêdetir yaw ê bigrin.

Gola Urmiyê bi rûberê 6 hezar kîlometirên çargoşe (50 hezar hiktaran), gola herî mezin a Îranê û duyemîn gola sûr a cîhanê, xwediyê gellek taybetmendiyan e. Ew gol bi 102 giravan ku hemû jî ji aliyê Rêxistina UNSCO ve weke mîratê sirûştî ên cîhanê hatine nasîn, têde çendîn corên teyr û teval, candar û kirmika herî giran û binav û deng ya Artimniya dijîn.