Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dijberekî bibandor ên Komara Îslamî hate terorkirin

15:39 - 9 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Rêberê “Tevgera Azadîxwaz ya El-ehwaz”ê li pêşberî deriyê mala xwe li Holendê, bi sê gulleyan hate terorkirin.

“Ehmed Mola Ebûnahiz” naskirî bi “Ehmed Nîsî” roja çarşemiyê hate terorkirin, û kesên nêzîkî wî, rejîma Îranê wekî biryarder û encamderên wê terorê bi nav dikin. Jiber ku li gor gotina kesên nêzîkî wî, rejîma Îranê berê jî hewl dabû ku polîsê navneteweyî, navbirî dersînorî Îranê bikin, û li wir dadgehî bikin.

Komara ÎSlamiya Îranê “Tevgera Azadîxwaz ya El-ehwaz”ê wekî girûpeke terorîstî nas dike. Wê girûpê ji nîveka sala 1997`an ve çalakiyên xwe dest pê kirin, û armanca xwe ya stratejîk jî rizgarkirina Xûzistan, Bûşêhr û Hormozgan û giravên kendawê (xelîcê) ragehandiye. Vê girûpê bawerî bi çalakiyên çekdarî li dijî Îranê jî heye.

Rejîma Îranê ji destpêka deshilatdariya xwe ve heyanî niha bona mana li ser kursiyê deshilatê hawara xwe biriye ber jinavbirina dijberên xwe.

Di sala 1989`an de Dr. Qasimlo û hevalên wî li bajarê Viyenê hatin terorkirin.

Di sala 1990`î de Kazim Recewî ku yekem nûnerê Îranê di NY de, piştî şoreşa gelên Îran bû, li bajarê Jinêvê li nêzî mala xwe bû armanca şeş gulleyan û hate terorkirin.

Di sala 1991`an de Şapûr Bextiyar li Parîsê de bo cara duyem hate terorkirin, ku navbirî jiyana xwe ji dest da. Navbirî kêmtir ji 40 rojan serokwezîr bû, ku şoreşa gelên Îranê rû da.

Di sala 1992`an de Dr. Şerefkendî û hevalên wîli bajarê Berlîn a Alaman de hatin terorkirin.

Cuda ji van kesayetiyên navdar bi dehan kesên din li derveyî welat û heta kesên wekî Daryoş Firûher û Perwane Firûher di navxwe de jî hatin terorkirin, ku ên di navxwe de hatin terorkirin wekî kuştinên zincîreyî hatin binavkirin.

Herçend piştî biryara dawiyê ya dadgeha Mîkonosê derheq dosiyeya terorkirina Dr. Şerefkendî û hevalên wî û destbiserkirina tawanbaran û tawanbarkirina rêberên herî payebilind yên rejîmî Îranê wekî biryarder û birêveberê terora Mîkonosê, û têkçûna pêwendiyên di navbera gellek ji welatên Ewropayî digel rejîma Îranê, em şahidê teroreke wisa ya rêberên hizb û girûpên siyasî ên dijberî Komara Îslamî ya Îranê li derveyî sînorên Îranê nebûn, lê kesên nêzîkî Ehmed Nîsî û çavdêrên siyasî ser vê baweriyê ne ku ew teror karê rejîma Îranê ye, û gumana vê heye ku rejîm cardin dest bi terorkirina dijberên xwe bike.