Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mamosta bi zorî pere ji dersxwanan werdigrin

15:22 - 12 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Di doma şîpela wergiritna pere ji dersxwanan, vê carê goviya bajarê Rebetê jî hat.

Li gora nûçeya gihîştî malpera “Kurdistanmedia”yê, di çend rojên derbazbûyî de, berpirsên xwandingeha “Ferheng” a bajarê Rebetê, bi şandina nameyeka gazîkirinê ji bo malbabatên dersxwanên vê xwandingehê,ji wan daxwaz kirine, tevî serdana malbatên wan ji xwandingeha zarokên xwe, ji zarokên wan re gotine ku dibe aliyê kêm 50 hezar Tûmenî alîkariya pere ji xwandingehê re bikin.

Ev hewla rejîmê û berpirsên xwandingehan, di çend salên derbazbûyî de, di çend bajarên din ên Kurdistana Rojhilat de jî rû daye, û bi awayekî berdewam bûye sebeba zêdebûna givaşên abûrî li ser malbatên dersxwanan û herwiha nerazîbûna malbatên wan peyî xwe re aniye.

Li gora zanyarayan di salên derbazbûyî de beşek ji dersxwanan ji ber destengbûnê û piştî berdewambûna berpirsên xwandingehan ji bo wergirtina pere, neçar bûne xwandinê bi cî bihêlin.

Ev daxwazane di halekî de ji malbatan tê kirin, ku li gora xala duyema a serekî û siyem a yasaya bingehîn a rejîma Îslamî a Îranê, erka dewletê ye da ku hewcehiyên perwerdehiyê di hemû astên xwandinê de dabîn bike, lê belê di encamê de dibînin ku ev yeka tenê dirûşmek e.

Herwiha di çend rojên derbazbûyî de her mînakeke bi vî rengî di çend gundên girêdayî ê bajarê Rewanser a ser bi parêzgeha Kirmaşanê de jî hatibû dîtin.