Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rantxwarî di Îranê de bêdadiyê dike

13:49 - 13 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Di Îranê de rantxwarî di astekê de ye ku ragehandinên rejîmê bi xwe jî êdî nikarin veşêrin û bas nekin.

Aboriya Îranê di sed sala borî de gellek girêdayî dahata petrolê ye, lê şarezayên aborî ser vê baweriyê ne ku dibe bernamerêjiyeke weha bihê kirin ku çavkaniya bûdceyê tenê petrol nebe, bona vê ku bikarin rewşa aboriya welat ber bi başbûnê ve bibin.

Herwisa çavkaniyeke din ya dahata dewletê malyat e, ku li gorî gotina Mêhdî Pazokî karnasê aborî %20 ji malyatê li ber bexşîn û muafiyetê nagihîje dewletê, %40 jî ji riya revîna li ber malyatê ji dest dewletê derdikeve, û tenê %40 ji malyatê dikeve dest dewletê de. Ew yek nîşan dide ku rantxwariyeke zêde ji qas heye, û Îran bûye biheştek ji bo dellalan, û rantxwaran.

Li gorî gotina vî karnasê biyavê aborî di Îranê de kesên pizîşk yan pizîşkên didanan ku xwediyê dahateke baş in, malyata herî kêm didin, lê karsazên dewletê malyateke zêdetir didin, û nebûna dadperweriyê di wergirtina malyatê de, û bexşîna gellek kesan ji dana malyatê, bûye sedema xiraptirbûna rewşa aborî, û rê jî bo rantxwaran xweş kiriye.

Hêjayî basê ye ku rant ew dahata ye ku ji riya bikaranîna îmkanatên civakê û mifaha xirap wergirtina ji derfetan bi baldana bi rewşa civakî ya takekesan û destpêregihîştina bi çavkaniyên îtila`atî û deshilatê bi dest tê.

Di encama rant û rantxwariyê de, rewşa siyas û aborî derbê dibîne, û hinek kes dibin xwediyê hemû îmkanatan û poanan di biyavê aborî de, û dadperwerî ji nav diçe, û hejarî û tewerom digihîje asta herî jor.