Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorpêç li ser Îranê zêdetir dibin

15:53 - 13 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî girûpa taybet a karûbarên malî, vê carê bankên mezin ên cîhanê jî givaş xistine ser rejîma Îranê.

Roja Şemî 2`ê Xelewera 1396`an, Behmen Ebdullahî endamê Şêvra Pere û Îtibaratê, gotiye ku: Bankên mezin ên cîhanê ji bo alîkarîkirina digel Îranê xwe diparêzin, û ji ber zelalnebûna warê malî derfet bo pêwendiyan digel bankên pile yek ên cîhanê ji bo me çê nebûne.

Navbirî gotiye ku: Niha me pêwendiyên berteng digel bankên cîhanî hene, lê belê ew alîkarîkirin li gora daxwazên me nine, û dibe ku alîkarînekirina wan ji ber belgeyên malî ên me bin.

Di heyamên derbazbûyî de jî, girûpa taybet di karûbarên malî de, haydariyeke taybet ji bo cîbicînekirina paybendbûnê dabû Îranê, û ragehandibû ku Îran dibe heyanî dawiya sala 2017`an, hemû paybendbûnên xwe ên pêwendî digel spîkirina pere û piştevaniya malî ji terorîsmê cîbicî bike.

Zelalnebûna warê aborî a rejîma Îranê, bi sebeba zalbûna Spaha Pasdaranê li ser warê aborî a Îranê, û piştevankirina berdewam a vê rejîmê li terorîsmê, herwiha felecbûna karta aborî û hewlên civaka navdewletî ji bo sînordarkirina kiryarên rejîma Îranê wisa kiriye ku, navendên malî û aborî yên cîhanê, pêwendiyên xwe digel rejîma Îranê sînordar bikin û yan jî bixwe dawiyê pê bînin.

Encama wan kar û givaşan xelkê sivîl ên Îranê, tûşî aciziyê dike, û her roj jiyan di Îranê de nebaştir dibe.