Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Forbês: Rojava dibe ku li hember baskên terorîstî ên Îranê de yekgirtî bin

15:59 - 13 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî ragehandina stratîjiya nû a Tramp li hember Îranê de, bazirganên Rojavayî bernameyên aborî ên xwe derheqê Îranê de qut kirine.

Forbês di roja Înê 19`ê Xezelwera 1396`an de, raportek belav kiriye ku, bas ji strajiya nû a Tramp li hember Îranê de kiriye û herwiha di vê raporê de hatiye ku, Îran piştî nebûna Obama û siyasetên nerm ên navbirî, dorkevtin li welatên Rojavayî, hîs kiriye û dema ku welatên yekgirtî ên Amerîka strajiya nû a xwe li hember Îranê de, cîbicî dike, Îranê bi awayekî sergêjane, li pey rê û çareyeke din e.

Di vê raporê de bas ji hewlên şikestxwarî ên rejîma Îranê dike, ku dixwaze kompaniyên Ewrûpî bo bazarên Îranê bikêşîne.

Herwiha bas li vê yekê dike ku, Hesen Rohanî serkomarê rejîma Îranê, di demên derbazbûyî de jî, hewl dabû daku ji dûriya navbera Washington û Brukselê mifahê werbigire, û Ewrûpayê tûşî girêbestên aborî bike.

Wê raporê bas ji vê hindê jî kiriye ku Makron Serkomarê Firansayê di gotûbêja digel Wezareta Derve a wî welatî kompaniya petrol a Total li ser bingeha paybendbûna tewaw bi dorpêçên aborî ên Amerîka nîşan dide ku Ewrûpa li rejîma Îranê dûr ketiye.

Makron di demên derbazbûyî de jî gotibû ku, li hember mûşekên balistîk ên rejîma Îranê, û nifûzkirina li Rojhilata Navîn de, helwêsteke tund hebe.

Her di vê pêwendiyê de, Wezareta Derve a Firansa di daxuyanyekî de ragehandibû ku, binpêkirina hertimî a biryarnameya Şêvra Ewlekarî ji aliyê Îranê qebûl nakin.

Di dirêjahiya vê raporê de hatiye ku, hewlên rejîma Îranê, ji bo dûrkirina Amerîka û Ewrûpayê xeyaleke xav nine, û di piratîkê de jî wê bigehîne encamê.