Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewleke nû ya rejîmê bo xapandina bîrûraya giştî

21:09 - 13 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Komara Îslamiya Îranê di hewleke nû ya din de, di nava hewldanan de ye ku bîrûraya giştî bixapîne, û bûyerên dîrokî ên Kurdistanê bi awayekî din nîşan bide.

Di çarçoveya şerê nerm ê Komara Îslamiya Îranê de, û bi serperestiya Wezareta Îtila`atê û navnedên ewlehî û ajantiyê ên rejîmê, dezgeha Deng û Reng di çend rojên borî de çendîn bernameyên bi nav dekomentarî belav kirine, ku tê de hewl bo lekedarkirina rûçikê tevgera rizgarîxwazane ya gelê Kurd û tevlîhevkirina dîroka hevçerx ya Kurdistanê hatiye dan.

Kanala “Mustened” ya ser bi Îdareya Deng û Reng ya rejîmê bi belavkirina zincîre bernameyên televîzyonî li jêr navê “Pîşmergan” tevî awrîdana li bûyerên pêş û paş şoreşa gelên Îranê ji riya komeke kesên nefsnizm ên xweşxizmet bi rejîmê ku kesayetiya wan ya kirêt ji xelkê re eşkere û naskirî ye, hewla çewtekirina rastiyên dîrokî û xwe bêparkirina ji tawan û cinayetan derheq gelê Kurd dane.

Di vê zincîre bernameya pirr ji derev de, ku ew qasê kerb û kina amadekarên bernameyê li dijî gelê Kurd pê ve xûya dike, ji riya kesên wekî Fayiq Ferecî, Rehîm Ehmedî, Xelîl Rezayî, Wahid Es`edî û çendîn çekhilgirên din ên rejîmê ve hewla têkdana kesayetiyên diyar û xûya ên nava tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê û pêvajoya xebata mafxwazane ya gelê me hatiye dan.

Herwisa di nava bernameyeke din ya bi vî rengî de, li jêr navê (Ber Bolendayê Sexrêha) ku bas ji jiyana pasdarê bednav ê rejîmê Semed Bostanî dike, hewl hatiye dan ku ji riya kesên bednav ên wekî “Beytullah Dadxah” qehremansaziyeke derevîn ji navbirî û hevdestên wî raxin ber çavê bîner, û di heman demê de jî, hêzên şoreşger ên Kurdistanê, wekî aliyekî girêdayî bi bîhaniyan û dijî azadiyê, û wekî eniya têkder binasînin.

Hewcehî baskirinê ye ku ew pasdarê cinayetkar ê rejîmê di temenê xwe yê pirr ji şerm û cinayet de, û di çarçoveya xweşxzimetiyên bi rejîma xwe, çendîn ciwanên Kurd bi sedema azadîxwaziyê şandine nava reşçalên rejîmê de, û cara dawî li 26`ê Cozerdana sala 1395`an de di dema destanrêsiya jibîrnekirî ya Qereseqel a Şinoyê de hate kuştin.

Ya ku eşkere ye, ew e ku rejîma dijîKurd li Tehranê ji hemû hêza xwe mifahê werdigre, bona xapandina bîr û raya giştî ya gelên Îranê, û pêştir jî hewlên weha hatine dan, ku armanca wê di rastî de têkdana dîrokê û cureyek şerê nerm bûye li dijî berdengê xeyrî Kurd, da ku ji vê riyê ve hêcetan bînin ji bo cinateyên xwe ên derbazbûyî, û rewayiyekê bidin kiryarên xwe, herçend bi awayê demkî jî be.