Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê pêş ji nûçegihanên biyanî digire

14:25 - 14 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Piştî rûdana edhejê li Kurdistana Rojhilat de, berpirsên rejîma Îranê pêş ji nûçegihanên biyanî digirin, daku bûyerên edhejê ji bo derve belav nekin.

Li gora raporên belavbûyî, tevî evê ku cîhan û berpirsên pirraniya welatan hevxemiya xwe ji ber qurbaniyên edheja ku di bajarên Kurdistanê de çê bûye anîne ziman,û berpirsên rejîma Îranê weke hemû carê ketine dijminatiyê, û pêş ji nûçegihanên biyanî digirin û heta nûçeyên rast ên vê bûyerê jî belav nakin.
Her di vê pêwendiyê de, “Tomas Îrd Birînk” nûçegihanê New York Times a Amerîkî, di peyameke “Twitter”ê de belav kiriye, ku digel bûyera edheja ku di rojava ya Îranê de çê bûye, îzin nedan ku ev nûçegihanên din yê ku di Tehranê de dimînin serdana cihê bûyera edhejê bikin.

Edhej di demjimêr 8:18 deqeyan a şeva 21`ê Xezelwera 1396`an de qewimiye, û heyanî niha li gora amarên hundir zêdeyî 500 hemwelatiyên bajarê Kirmaşanê jiyana xwe ji dest dane, û nêzî 6 hezar hemwelatiyên din jî birîndar bûne.

Ev edheja di parêzgehên Loristan, Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiya Rojhilata Kurdistan de qewimiye, û li pirraniya bajaran de, bi taybet bajarê Kirmaşanê xesarên malî û canî lê ketine.