Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirkiyê dilê xwe li Efrînê xweş kiriye

14:28 - 14 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Erdoxan û Potîn li hev civiyan, û hewla Erdoxan ew e ku bo dagîrkirina Efrînê Potîn razî bike.

Berî vê ku konferansa Sûçîbî bê lidarxistin, Erdoxan hewl dide ku pêşiya beşdariya Kurdên deshilatdar di Rojavaya Kurdistanê di vê konferansê de bigre, jiber ku Tirkiye hêzên Kurdî ên deshilatdar di Rojavaya Kurdistanê de wekî terorîst bi nav dike, lê Potîn berevajî, wan bi hevalbendê xwe dizane, û ragehandiye ku bêy beşdariya Kurdan ew konferans nikare serkevtinê bi dest bixe, û herêm jî aram nabe.

Erdoxan berî civîna bi Potîn re ragehand: “Niha em û Rûsiye di Idlibê de hevkariya hev dikin, li Efrînê jî rewşeke taybetî heye, li wir YPG heye, lewra em nikarin çavên xwe li hember wan de ser hev danên, pêwîst e ku em û Rûsiye li hev bikin, da ku em bikarin pilana xwe cî bi cî bikin.

Kalin berdevkê serokatiya Tirkiyê jî ragehand ku em rê nadin Kurd beşdarî konferansa Sûçî bibin, û wisa diyar e ku em û Rûsiye li ser vê mijarê li hev bikin. Lê Wezareta Karê Derve ya Rûsiyê piştî van daxûyaniyan berevajî gotinên rayedarên Tirkiyê ragehand: PYD wê beşdarî konferansê bibe. Berê jî Tirkiyê hewl dabû ku Amerîka YPG`ê neke hevalbendê xwe li şerê li dijî DAÎŞ`ê de, lê nekarî di vê mijarê de serkevtinê bi dest bixe.

Serbarê vê ku rayedarên Tirkiyê radigehînin ku wan kariye Rûsiyê razî bikin, lê çapemeniyên Rûsiyê ew yek ret kirin, û wisa dixûye ku li hemberî beşdarînekirina Kurdan û dagîrkirina Efrînê de gellek poanan bide Rûsiyê, ku ew jî li gora gotina çavdêrên siyasî zehmet e.

Şarezayên siyasî ên karûbarê Rojhilata Navîn ser vê baweriyê ne ku mijara Sûriyê gellekî aloz e, û ne tenê Tirkiye û Rûsiye, belkû Îran û Amerîka û Îsraîl jî her yek li gora berjewendiyên xwe li ser pirsgirêka Sûriyê kar dikin, lewra gellek zehmet tê dîtin ku bi hêsanî rê bi destêwerdanên Tirkiyê bo nava Efrînê bête dan.