Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karesata edhejê li Kirmaşanê û xemsariya rejîmê

21:03 - 15 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Li gora amarên hundir, kuştî û birîndarên edheja bajarên parêzgeha Kirmaşanê, zêdeyî 10 hezar kesî ye.

Edheja şeva Yekşemî navenda vê, bajarê “Îzgele” a girêdayî parêzgeha Kirmaşanê bûye, 12000 avahî bi tewawî hiloşiyane, û 15 hezar avahiyên din jî xesareke zêde dîtine.

Di vê bûyerê de, heyanî niha zêdeyî 450 hemwelatiyan jiyan xwe ji dest dane, û 8 hezar kes jî birîndar bûne.

Eva di demekî de ye ku beşeke kêm ji wan avahiyane hatine hilkolîn, û amarên kesên bêserûşûn heyanî niha zelal nînin, û dibe ku amarên kuştî û birîndaran zêdetir be.

Di dema ku ev bûyera qewmiye, heyanî niha xelkê parêzgeha Kirmaşanê, rû li derveyî bajarokan kirine, û li ser şeqam û kolana aware ne, û avahiyên xwe bi cî hêlane.

Di wan bajarên weke Serpola Zehaw, Qesra Şîrîn û Dalahû, edhejê bandoreke zêde hebûye, û xelk aware û di rewşeke nebaş de ne, û jiyana wan hemû li nav çûye, û heta xîvet û betanî (petû) jî ji bo xwe germkirinê nînin.

Di demên destpêka edhejê de, dezgehên rejîmê bangeşe dikirin ji bo hewarhatina xelkê, û dabînkirina hewcehiyan ji bo rizgarkirina hemwelatiyên ku bin avahiyên hiloşayî de mane, û bangewaz ji bo saziyên leşkerî weke spaha Pasdaran dikirin.

Lê belê zelal e ku heyanî niha dezgehên rejîmê bi xemsarî ve hawara xelkê de diçin, û hemwelatiyên bajarên ser bi parêzgeha Kirmaşanê bi bê hewcehiyên destpêkî di sirr û seqem, û derbideriyê de aciziyan dibînin.

Eva di demekî de ye ku her di vê mehê de ji bo birêvebirina rêûresma çileya Îmam Husên, hemû dezgehên seranserê Îranê bi taybet Kirmaşanê, bi hemû hewcehiyan ve ji bo ximetkirina ji kesên xwedî tazî re, bi bûdceya taybet amade bûn. Herwisa bi dabînkirina balafir û pas û sedan ambulans û hezaran kesî, û heta parvekirina xwarina bê pere û bikaranîna hêzên leşkerî xizmet dikirin.

Lê belê niha ku ev bûyera di Kirmaşanê de qewmiye, xelkê aware bûne, nan û av nînin, û nexweşxane û derman nînin, û bas ji kêmbûna hêz ji bo alîkarîkirina xelkê û nebûna ambolansan dikin.

Ji aliyekî din ve rayadarên rejîmê karek ku encam dane, tenê eva bûye ku peyama hevxemî şandine, û bas ji çalakbûna hemû îdare û hêzên leşkerî ji bo ximetkirina xelkê re dikin, lê belê di piraktîkê de wisa nine ku rejîm bas jê dike, û tenê axavtine.
Ji bo xizmerkirina wan kesên ku beşdarî di çileya îmam Husên de kirine, bi bê daxwazkirina xelkê, bûdceya taybet dabîn dikin, û lê belê ji bo xelkê awareyên Kurdistanê hejmarhesaba bankî dane, û ji xelkê Îranê re daxwaz kirina da ku alîkariya malî bi wan kesan bikin, ku ji ber erdhejê xesar dîtin.

Rejîma Îranê ji bo alîkarîkirina Mislimanên Miyanmar, Sûriye, Felestîn, Yemen û Afirîqayê bi gemî û balafiran ji Bûdceya taybet kelûpelan dişînin, lê belê tu bûdceyeke taybet ji xelkê Îranê re nine, û heta hebûna Kurd jî di siyasetên rejîmê de wekî tawan tê hesibandin, û canê xelkê Kurdistanê ji bo wan girîng nîne.