Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

PDKÎ û KCK li hev civiyan

15:21 - 16 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Di civîna di navbera PDKÎ û KCK`ê de, çendîn xalên girîng hatin gotûbêj kirin.

Roja Çarşemiyê 24`ê Xezelwera 1396`an, şandeke KCK`ê bi serperestiya Riza Altûn endamê Konseya Birêveberiya KCK`ê û çend endamên din ên rêberiyê, serdana Deftera Nûneratiya PDKÎ li bajarê Silêmaniyê kirin, û ji aliyê şandeke rêberatiya PDKÎ ve bi serperestiya Mihemed Nezîf Qadirî endamê Deftera Siyasî ya PDKÎ, pêşwazî ji wan hate kirin.

Di vê civînê de herdu aliyan dîtingeh û boçûnên xwe ên siyasî li ser pirsên siyasî ên rojevê û metirsiyên li ser tevgera Kurd li her yek ji beşên Kurdistanê xistin rû. Di vê civînê de bas ji yekdengiya wan welatan hate kirin ku Kurdistan bi ser de hatiye parvekirin, û herwisa bas ji pozbilindiya ne di ciyê xwe de ya wan, piştî guhertinên ku li pey referandomê û êrîşa li ser Kurdistanê çêbûn, hatin kirin, ku dibe xwendineke rast li ser bê kirin, û her yek ji hêzên berpirs ên Kurdistanê, û hêzên siyasî ên Başûr bêne handan, bo yekdengî û yek helwestiyê, û dûr bikevin ji boxtanpêkirin û tawanbarkirina yektir, û rê nedin ku bandora nerênî li ser tevgera Kurd di beşên din de bike.

Di beşeke din ya vê civînê de, rola her yek ji hevpeymanan û rikeberiya dijwar û bizehmet ya siyasî û îdeolojî di navçê de, û rola tevdanîkarane ya Komara Îslamî kete ber bas, û pêwîstiya li hev nêzîkbûna hindî zêdetir ya hêzên siyasî ên Rojhilat bi hewce hate zanîn.

Piştî baskirina li ser çendîn xalên cihê baldanê, bo herdu hêzên du beşên serekî ên Bakûra Kurdistanê û Rojhilata Kurdistanê, wate KCK`ê û PDKÎ, pêdagirî li ser civînên zêdetir û hevahengiya pêwîst li hemû biyavan û bi taybetî bo pûçkirina pîlanên neyarên Kurdistanê hate kirin.