Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsraîlê amadehiya xwe ji bo alîkariya digel welatên Erebî li dijî Îranê nîşan da

14:48 - 18 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Serokê giştî yê artêşa Îsraîlê amadehiya welatê xwe ji bo guhertinên zanyariyên Îtila`atî digel Erebistana Si`ûdiyê, ji ber evê ku beramber Îranê de ravestin anî ziman.

Li gora raporên belavbûyî, “Gadî Îzinkot” serokê Navenda Giştî ya Artêşa Îsraîlê di gotûbêja digel malpera “Îlaf” a Erebsitanê de ragehandiye ku, metirsiya mezin a li ser deverê, rejîma Îranê ye, û tekezkir ku hewce ye pêş ji zêdexwaziyên Îranê bê giritin.

Berjevendiyên hevpar di navbera welatê wî û Erebistanê de hene, û amade ye da ku ji bo berbirobûna li hember zêdexwaziyên Îranê di deverê de alîkarê yektir bin.

Îzinkot bas ji vê yekê jî kiriye ku, li lihevhatineke tewaw di navbera Erebistan û Îsraîlê de heye, bi taybet derbarê wan pirsên ku pêwendî bi Îranê ve hene, û tu demekî Erebistan dijiminê me nebûye, û li dijî hev jî me şer nekiriye.

Hevdem bas ji vê yekê jî kir ku, di heyama serokatiya Tramp de, hevalbendeke din a navneteweyî a nû dirust bikin, bi stratîjiyeke berfireh û giştî ji bo vê yekê ku li hember Îranê de bisekinin.

Serokê Navenda Giştî ya Artêşa Îsraîlê gotiye ku, rejîma Îranê dixwaze ku 3 karên girîng encam bide, yekem kar û li serweyî hemiyan, bidestveanîna çeka navikî ye, duyem jî sepandina hejimoniya xwe li ser Rojhilata Navîn de ye, ev jî bi alîkariya girûpên şî`eyên ser bi rejîma Tehranê, weke Hizbulla û Husiyên Yemenê û weke wan, di deverê de, ya seyem jî rejîma Îranê dixwaze ku yasayên lîstinê di Rojhilata Navîn de, biguhere bi avakirina kargehên çekên pêşkevtî, û dirustkirina balafirên bê pîlot, di dawiyê de jî bi firotina wan ji welatên deverê re.

Herwiha” Adil El-Cubeyr” Wezîrê Karê Derve yê Erebistanê, di hevdîtina digel “Routerse” de ragehandiye ku, ev êdî li hember dijiminayetiya Tehranê de nikare bêdeng be.

Kongreya Amerîkayê di raporên xwe de îşare bi belavkirina milîşên Îranê di welatên Sûriyê, Yemen û Îraqê de kiriye, û her ev yeka jî dibe sedem da ku rejîma Îranê ji riya wan milîşan ve dixwaze ku pêgeha xwe di deverê de qahîmtir bike.