Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Sirr û seqemê jiyana jineka Kurd girt

20:51 - 18 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Jineka Kurd ku bi sebeba erdheja çend şevên derbazbûyî di Kirmanşanê de, mala wan herifî bû, di yek ji gundên bajarê Selasa Bawecanî de ji ber sirr û seqemê jiyana xwe ji dest da.

Li gora rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia jina kurd a bi navê, “Xawer Xosrewî” xelkê gundê “Nîwekare” a girêdayî Bawecanî ku ser bi malbateke naskirî di deverê de bû, bi sebeba nebûna stargehekê ji ber sirr û seqemê jiyan xwe ji dest da.

Bi sebeba bûyera sirûştî a erdheja di çend rojên derbazbûyî de, gundê Nîvekare, ji sedî 80 ji avahiyên wê hiloşyane.

Li gora nûçeya gihîştî malpera Kurdistanmedia, li ber erdhejê 8 hemwelatiyên wî gundî jiyan xwe ji dest dane, û 35 hemwelatiyên din jî birîndar bûne.

Li gora hindek zanyariyên din, her bi wan sebeban di çend şevên derbazbûyî de, çend zarokêm kêmtemen jî di bajarên parêzgeha Kirmaşanê de jiyan xwe ji dest dane.

Xelkê lêqewimî yên parêzgeha Kirmaşanê daxwaz kirine da ku canê hemwelatiyên wî bajarî biparêzin, lê belê rejîma Îranê heyanî niha bi awayekî micid amade nebûye xizmetgizariya mirovahiyê, ku erka hikûmetê ye, radestî lêqewmiyên wê bûyerê bike.