Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergekî şoreşa 46-47`an çû ser dilovaniya xwe

20:54 - 18 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: “Feqî Îbrahîmpûya” xelkê bajarê Pîranşerê, li temenê 73 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Li gora rapora gihîştî malpera Kurdistanmedia: roja Înê 26`ê Xezelwera 1396`an, “Feqî Îbrahîmpûya”, xelkê bajarê Pîranşerê ku di salên 46-47`an de pêşmergê PDKÎ bû, di temenê 73 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Navbirî piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, digel PDKÎ vegeriya bo Îranê, û di hêza “Mela Aware” de hate rêxstin, û piştre weke kadrekî destpak û cihê baweriyê di gumrika sînorê Pîranşerê de hate rêsixtin.

Piştî vê ku Hizb çû aliyê Başûrê Kurdistanê, Feqî Îbrahîm di komîteya bajarê Pîranşerê û navenda Sipîseng de her erkeke hizbê ku pê hatiba spartin, bicî danî, û heyanî sala 1996`an bi sedema rewşa tendirustiyê û nebaşbûna rewşa jiyanê, li ser îzna hizbê vedigere bo hundirê welat û her bi vê sebebê jî neçar dibe dev ji pêşmergatiyê berde.

Feqî Îbrahîm heyanî dawiya jiyana xwe li ser bîr û bawera xwe sor û pêdagir bû, û ji aliyê xelkê deverê ve rêz û hurmeteke taybetî hebû. Termê navbirî di nav girseya xelkê nîştimanperwerê bajarê Pîranşarê de bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê xema wan dizane.