Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Deftera Siyasî ya PDKÎ derheq erdhejê û bûyerên piştî wê daxuyaniyek weşand

13:28 - 20 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Deftera Diyasî ya PDKÎ derheq bûyera xwezayî ya erdhejê û alîkariya berfireh ya xelkê Kurdistanê ji xelkê zirardîtî re, daxuyaniyek belav kir, û ew alîkarî wekî afirandina hemaseyê (destanrêsiyê) ji karesatê bi nav kir.

Deqa vê daxuyaniyê weha ye:

Neteweya Kurd ji karesatê, destanrêsî afirand

Hevwelatiyên rêzdar!

Xelkê hişyar ê Kurdistanê!


Mixabin roja 21`ê Xezelwera 1396`an, bûyera xwezayî ya erdhejê li Kurdistanê da, û li her du aliyên Rojhilat û Başûra Kurdistanê wêraniyek zêde lê ket, ku ew wêranî û qurbaniya ku lê ket, li bajarên ser bi parêzgeha Kirmaşanê ew qas zaf bû, ku karesateke mezin lê ket.

Li gora hinek ji amarên rejîmê ( ku gellek jî cihê baweriyê nînin, û wêranî û qurbanî gellek ji vê hindê meztir û zêdetir in) nêzî 500 kuştî û zêdetir ji 10 hezar birîndar lê ketine, zêdetir ji 12 hezar yekîneyên akincîbûnê bi tewahî herifî ne, û bi hezaran mal û yekîneyên din zirar dîtine, bi awayekî ku kêrî rûniştinê nahên. Çendîn bajar û nêzî 1600 gund jî ber xisara erdhejê ketine, û hemû evane û hatina sirr û serma û baran û qurbaniyên piştre û ...hwd, nîşan didin, û dibêjne me ku hejmara qurbanî û wêraniya vê karesatê gellek zêdetir ji vê bûye, ku hatiye ragehandin, û kûrahiya vê karesata mirovî piştre wê zelal be.

Di her karesatekê de di hemû cîhanê de çavnihêrî ji hikûmetê ew in ku hindî bileztir bi hawara lêqewmiyan de herin, û ne tenê hemû hêsankariyekê bo bi hawardeçûna wan bikin, belkû beşeke zaf ya îmkanatan û hêza mirovî û madî ya hikûmetê bona derbazkirina xelkê ji vê karesatê û alîkarîkirina wan û baştirkirina rewşa jiyana wan û malyatê danên.

Lê di hikûmeta Komara Îslamî ya Îranê de, ne tenê ew kar nehate kirin, û li gora hewce bi hawara xelkê bellalêdayî de neçûn, belkû gellek bi derenge ve bas ji vê kirin ku erdhejê gellek xisara madî û canî li pey xwe hebû, û niha jî digel de be, her rastiyan vedişêrin.

Serbarê vê yekê jî hêzên ewlehiyê û Spaha Pasdaran anîne bo zexta li ser xelkê, ku nebe di vê rewşa nebaş de, ku xelk tê de ne, berbin canê rejîmê, û her wekî ku me dît hêza serkutkar ya rejîma Îranê li vî xelkê belengaz dida, û bê hurmetî bi wan dikir, ku hatibûn pere û nanekê bo zarokên xwe bibin. Tevî vê yekê jî yarmetî û karê hawardeçûnê ji aliyê demûdezgehên rejîmê ve ew qas kêm bû, ku hem xelkê lêqewimî rastî zexta derûnî û perîşaniya zêdetir hatin, û hem jî hemû Îranê zanî ku rejîma Îranê naxwaze ku hawara xelkê erdhejlêdayî ê Serpêla Zehaw û Ezgelle û Selasê û ...hwd û bajarên din ên Kurdistanê de here. Rejîmê ne tenê rewşa awarte ji bo alîkariya xelkê ranegehand, belkû zext jî xistiye ser vî xelkî, ku di rastî de gellek bi zehmet, termê miriyan li jêr kavilan de dertînin, ku dibe termê kuştiyan bibin pizîşkê bi nav dadwerî (pizişkê qanûnî) ê rejîmê, da ku ew îzna biaxêspartina terman bidin wan, û heya ku ew îznê nedin nabe ku tu termek bê veşartin!.

Serbarê van hemû xemsariyan û bi hawardeneçûna xelkê û serkutkariyan, ragehandin ku ew tu alîkariyeke derveyî welat wernagrin, û di nava cihên karesatlêdayî de jî, dibe ku hemû kar li jêr birêveberiya Spaha Pasdaran de bi rê ve herin.

Di rewşeke bi vî rengî de xelkê Kurd li hemû bajarên Kurdistanê li biryareke neteweyî û dîrokî de, hewla berfirehkirina komkirina yarmetiyê bo erdhejlêdayiyan, û bi hawardeçûna wan dan, û çendîn kempeyn rê xistin. Di hemû gund û bajarên Kurdistanê de, dest kirin bi komkirina alîkariyan bo hevwelatiyan û hevzimanên xwe, li gund û bajarên parêzgeha Kirmaşanê de ku rastî rûdawa malwêranker ya erdhejê hatin.

Wêne û vîdyoyên ku xelkê asayî ên Kurd bi dûr ji hebûna tu ragehandinkarekî Îranî û bîhanî girtibûn, nîşan dan û wekî belge jî dimînin ku gelê Kurd piştî karestaa erdhejê, di demên herî dijwar de, û li bin zexta rejîmê û demûdezgehên wê û bi taybetî Spaha Pasdaran çi destanrêsiyek afirandin, û çawa hemû zext û givaşên rejîmêtêk dan, û bi hawara hevneteweya bellalêdayî a xwe ve çûn.

Komara Îslamî û Spaha Pasdaran xwestin ku bi dorpêça xelkê Kurd di van ciyan de ku erdhejê lêdaye, riha neteweyî û vîna vî xelkê bişkînin, û wan bixin qedeman, lê neteweya Kurd dubare selimand ku gellek hişyartir û amadetir û bimoraltir ji vê ne, ku Spaha Pasdaran û rejîma Tehranê lê fikirîbûn.

Di vir de hewce ye ku em bas ji hewldana Kurdan di beşên din ên Kurdistanê de bikin, ku hem bi peyamên hevxemiyê û hem jî bi hewldan bo komkirina alîkariyan, yek netewebûna Kurd cardin watedar kirin, û di hemû beşên Kurdistanê de hewla bi hawardeçûna qurbaniyên erdhejê hate dan. Herwisa rola hinek ji ragehandinên giştî ên Kurdistanê bilind dinirxînin, ku dem bi dem û roj bi rojê digel qurbaniyan û hewla hemû alî bo komkirina alkariyan bûn, û dengê qurbaniyan û hewla neteweya Kurd bo hawardeçûna wan gehandin guhê dinyayê.

Di vê navberê de, ku neteweya Kurd bi hemû şêweyekê îradeya netewebûn û bi hawardeçûna hevzimanên xwe diselimandin, du tişt cihê baldanê bûn, yekem hewla rejîmê bona vê ku Spaha Pasdaran bike biryarder û birêveberê van karan, û heya wergirtina alîakriyên xelkê bo vê ku bi navê rejîmê ve bide van alîkariyan bide xelkê, her bi vê armancê li çendîn ciyan de dest bi ser van alîkariyan de girt, lê xelkê tu baweriyek bi dem û dezgehên rejîmê nebû, û aîkariyên xwe nedane wan, û ji riya kes û rêkxirawên xelkî ve, ew erk û wezîfeyên xwe bi rê ve birin.

Duyem hewla xelkê xeyrî Kurd li bajarên din ên Îranê, ku her çend di destpêkê de tişteke wisa nedihate xûyakirin, lê digel vê ku zanîn ku rejîm xemsar e, ew jî bi dûr ji demûdezgehên rejîmê ji aliyê xwe ve dest kirin bi gehandina alîkariyan bi xelkê lêqewimî, û cardin rejîm ji xelkê cuda kirin.

Di bereberê komkirina alîkariyan û gehandina alîkariyê bi xelkê lêqewimî bûyereke din ya dilêş rû da, ku xelkê ji vê bûyerê jî destanrêsî afirandin.

Hevwelatiyekî xelkê Bokanê bi navê Ebûbekir Me`irûfî di dema gehandina alîkariyan bo xelkê Selas û Serpêlê, di bûyera vergeriyana trombêlê de jiyana xwe ji dest da. Vegeriyana termê xwedêjêrazî vegeriyaneke asayî nebû.

Her li cihê bûyerê, bajar bi bajar û gund bi gundên kurdistanê, li ser rê pêşwazî ji termê vî hevwelatiyî kirin û di hemû ciyan de, bi hezaran kesî ber bi pêşwaziya ji karwanê hevrê digel termê Ebûbekir Me`irûfî ve çûn, û di hemû ciyekî de, bi diruşma neteweyî û bi pilakardên hilgirê diruşmên şoreşgerane, Ebûbekir bi şehîdê Kurdistanê pênase kirin, û termê şehîd bû alaya nîştimanekê ku xelkê wê, hemû pîlan û dorpêçeke dijminan bezandin, û cardin bi hemase ve, îradeyeke bilind a neteweyî ya xwe selimandin. Pêşwaziya ji vî termî ku vedigeriya wargehê xwe, pêşwaziyeke neteweyî û dehan hezar kesî bû, û bi axê spartina wî jî, li wargehê wî de, li Bokanê tevî hemû zext û pîlanên rejîmê, birêkirineke hezaran kesî bû, ku cardin nîşan dan û selimandin ku ew neteweya gihîştiye asta herî bilind ya hişyarî û cesûriya neteweyî.

Deftera Siyasî ya PDKÎ tevî eşkerekirina xem û narehetiya xwe ya dubare bo hemû qurbaniyan û birîndarên karesata erdhejê, û hevxemiya digel malbatên wan, hêviya hindî zûtir başbûnê bo birîndaran dixwaze, û sersaxiyê dibêje, malbat û kesûkarên Ebûbekir Me`irûfî, ku di pêxema baweriyên xwe ên bilind de jiyana xwe ji dest da, û bû remz û sembola neteweyekê. Herwisa destxweşiyê dibêje hemû wan kesan ku bi her şêweyeke madî û xeyrî madî alîkariya lêqewimiyên erdhejê kirin, û spasî û pêzanîna xwe digehîne hemû wan kes û rêkxiraw û aliyan, ku di Kurdistana Rojhilat û beşên din ên Kurdistanê û li derveyî welat de, di vê pêxemê de pêngav hilgirtin, û erka xwe ya mirovî bi cî gehandin.
Herwisa Deftera Siyasî ya PDKÎ spasiyeke taybetî li hemû tex û qat û girûpên nava civaka Kurdistanê û neteweya xwedîmoral û çavvekirî û li ser hest ya Kurd dike, ku karesat li pey karesat û bûyerên nexweş li pey hev, bi ser wan de hatin, lê ew bi ew qasê moral û vîn û îradeyê ve pêkve bûn, û bi yekrêzî û hevsozî û hevpêwendiya mirovî û neteweyî destanrêsî afirandin, û ne tenê cîhan sersamê îradeya xwe kirin, belkû waneyên pêkvebûnê gehandin guhê têkoşerên xwe jî. PDKÎ şanaziyê bi neteweyeke weha dike, û di hemberî îradeya neteweyî û hesta pak û bêgerd ya mafxwaziya wan de serê hurmetê ditewîne.

Kurdistan avedan û Kurd serbilind

PDKÎ
Deftera Siyasî

19.11.2017
28.08.1396