Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Erdheja siyasî

14:57 - 22 Çirriya paşîn 2017

Kerîm Perwîzî

Wê şeva ku erdhejek bihêz li jêr zewî de li Kurdistanê da, û çendîn bajarên Kurdistanê li Parêzgeha Kirmaşanê tûşî karesatê kirin, rejîma Komara Îslamî wisa dizanî ku ji vê bellayê dûr e, lê gellek nekişand ku erhejek siyasî hemû cismê rejîmê lerizand.
Bi salan e ku rejîma Îslamî ya Tehranê bi hêcet û kompiloyên curbicur dixwaze Kurdistanê kavil û gelê kurd jî tera bera bike.

Hewcehî wê jî nake ku em dubare data û statîstîkên bêkarî û rewşa aloz ya aborî û hejarî û asta paremayîbûn û xirabiya jiyanê li parêzgehên Kurdistanê de bixwînin, belkî rojane li waqi`i û realîteya jiyana xelkê Kurdistanê de, em hiştina Kurdistanê bi hemû parêzgehên xwe ve li hejarî û paremayîbûnê de dibînin.

Di heman demê de rejîma Komara Îslamî li jêr navên curbicur de hewil dide ku Kurd û Kurdistanê ji hev belav, û bike maleke wêran û neteweyek parçe-parçe, daku bo heta-heta kedî be. Rejîma Komara Îslamî û dem û dezgehên îtila`atî û bi nav çandî û ewlehiyê hewil dane, û didin ku pirrengîtiya zarawa û binzarawa û rengîniya deverên curbicur ên Kurd û Kurdistanê bikine hêvênê parçe-parçekirina Kurdan. Herweha pirrçandîtî û pirrayîn û mesebiya li nav neteweya kurd de jî bikine hêvinê dubendî û netifaqiya li nav wî gelî de, û bi peyrewkirina vê siyaseta dujminkarane, bi ser kurdan de zal bin.

Siyasetek din ya wan jî eva bûye ku çiqas dem û dezgehên serkutkar hebûne, lê bi xapandin, fend û fêl û çewaşekariyan ve hewl dane ku di nav bîr û raya xelkê Îran û cîhanê de wusa nîşan bidin, ku wê rejîmê pêgehek civakî û xelkî heye û serbarê hemû pirsgirêk û astengiyan, xelkê Îranê hêj rejîmê ji her alternatîveke din bêtir û guncawtir dizanin!!

Gava erdhejê li Kirmaşanê da, rejîm li benda wê bû ku erdhej pitir kurdan wêran, belengaz û çav li dest bike, lewma bi hawara xelkê lêqewmayî ve neçû, û wusa dihesiband ku pîlana wê ser girtiye, û bajarên din dê bibêjin: îca bi me çi? Bila Kelhor û Yarsan û Şî`e tê de biçin!

Lê zêde nekêşa ku erdhejek bihêz a siyasî li Komara Îslamî xist, ku ew jî erdheja xelkê bû. Gelê Kurd bi hemû şiyan û karîna netewî ve daketin qada piratîkê de, û alîkarî ji bo hevneteweya xwe li gund û bajarên erdhejlêdayî kom kirin û nîştimana birîndar kevandin.

Di vê çarçoveyê de çi li nav neteweya Kurd, û çi di cihên din ên Îranê de, xelkê alîkariyên xwe nedane demûdezgehên rejîmê û bi eşkere ji wan re digotin ku baweriya me bi we tuneye, û hûn alîkariyên me didizin û bo meremên din bikar tînin.

Erdheja sirûştî li Kurdistanê xist, û qurbanî û kavilkarî li pey xwe re anî, lê kevandina van birînên Kurdistanê pirr dijwar nine, û Kurdistan dê bihêztir ji caran rabe ser xwe. Lê erdheja siyasî ku li Komara Îslamî xist, him pîlan û kompiloya qirêj a çendîn salî pûç kir, û neteweya Kurd jî wek yek neteweyê daket qadê, û him jî hemû çewaşekariyên rejîmê bûne bilqa ser avê û xelkê nîşan dan, ku rejîma Îranê ne tenê tu pêgeh û nifûzek di nav civakê de nine, heya baweriyê pê nakin, ku cotek pêlavan jî bidine dest demûdezgehên wê, û bixwe riya gehandina alîkariyan dane pêşberî xwe, daku hewcehî bi rejîmê nebin. Ev erdheja siyasî dê şeqarên nava rejîmê de kûr û firehtir bike. Çarenivîsa rejîmê jî dişibe Xaniyên Mêhr, û tab û bergeya erdhejek din nagrin.