Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şikesta Kerkûkê dawiya rê nine!

14:59 - 22 Çirriya paşîn 2017

Mistefa Hicrî

Şikesta serkirdayetiya siyasî ya Kurdê Başûr li hemberî êrîşa Heşda Şe`ibî û hêza hikûmeta Bexdayê bo navçeyên kêşe li ser ên Başûr bi taybetî Kerkûkê bi vî awayî ku me dît, hewceyî bi şirovekirin û encamwergirtineke bê alî heye, da ku em ji vê bûyerê dersê wergirin, -helbet hekî em wergirin-. Herwisa erk û wezîfeya dîrokzanan e, ku rastiyên vê bûyera karesatbar eşkere bikin, ku heya niha bo gellekk kesan û yek ji wan bo min ne zelal in.

Lewra ya ku ez dixwazim îşareyeke kurt pê bikim, çend xalên siyasî ên girîng in, ku min bi hewce zanî di vê rewşa dijwar de, ku Başûra welatê me bi taybetî û hemû Kurdistan bi giştî pêre berbirû bûye, li ser wan bisekinim:

Yekem-Hinek ji çavdêrên siyasî bi taybetî ên ku bi her sedemekê ve be, digel giştpirsiya bo serxwebûna Kurdistanê nebûn, yan ser vê baweriyê bûn, ku dem gincaw û bi cî nine, gihîştine vê encamê ku ew êrîş encama giştpirsiyê bû, wate hekî giştpirsî nehatiba kirin, ew êrîş nedihate kirin.

Ew boçûna ji vê derê ve çavkanî digre, ku ew kes heya niha jî bi başî şarezayî siyaset û pilanên rejîma Îranê li Îraqê, û bi taybetî li ser Kurd û herêma otonomiya Başûr nînin. Rejîmek ku hebûn û vegeşiyana nifûz û deshilata xwe di vê navçeyê de, di şer û tevdanîkariyan de dibîne,û bona gihîştina bi van armancan jî beşeke zaf ji dahata welatê xwe bona bihêzkirina girûp û dewletên terorîstî, pêkanîna dubendiya tayifî û ayînî û …hwd xerc dike, û dijminê herî serekî ê gelê Kurd e di hemû beşên Kurdistanê de.

Her di rastaya vê siyasetê de, û piştî hiloşîna rejîma Sedam Husên û bi taybetî piştî vekişiyana hêzên Amerîkayê ji Îraqê, di sala 2011`an de, rejîma Komara Îslamiya Îranê, cihê wan ê betal tejî kir, û bilez nifûza xwe di hemû astên deshilatê û siyaseta hikûmeta Bexdayê de cihgir kir. Yek ji van astên girîng, pêkanîna hêza milîşên Heşda Şe`ibî ye, ku beşeke zêde ji çek, bûdce û bi taybetî perwerdehiyê ji aliyê rejîma Komara Îslamiya Îranê ve bo wan tê amadekirin, û niha beşeke zaf ya vê hêza mezin biryarê ji Qasim Silêmanî fermandarê hêza Quds ya Spaha Pasdaran werdigre, û di biyavê ayînî de, pêyrewiyê ji Xamineyî rêberê Îranê dike.

Li ber ronahiya vê siyaseta Komara Îslamiya Îranê, tiştekî veşartî nebû ku hikûmeta Bexdayê hemû van navçeyên kêşe li ser ê Herêma Kurdistanê ku piştî êrîşên DAÎŞ`ê hêzên xwe jê vekişandibû, di derfeteke bi cî de, cardin dest bi ser de bigre, jiber ku hekî em wisa bihesibînin ku hikûmeta Bexdayê mebest û niyeteke wisa jî tunebe, Komara Îslamî ku formgirtina hikûmeta Herêma Kurdistanê bi bê navçeyên kêşe li ser jî qebûl nake, çawa dikare berfirehbûna deshilata hikûmetê di van navçeyan de qebûl bike? Di rastî de yek ji armancên girîng ên Tehranê di avakirina Heşda Şe`ibî de bikaranîna wan e bona ber bi pêşvebirina siyasetên xwe, û yek ji wan êrîşa li ser Kurdistanê (1).

Berî êrîşên DAÎŞ`ê bû ku Malikî hêza Îraqê bi fermandehiya Ebû El-emîr Zeydî şand da ku Kerkûk û Xaneqînê bigrin. Ji çend salan berî niha ve jî, bûdceya Hikûmeta Herêma Kurdistanê birîne, da ku bi zext û givaşa aborî ji navxwe ve biherife.


Bi vî rengî em digihîjin vê encamê ku hekî rapirsî nehatiba kirin jî, pîlana destbiserdegirtina navçeyên kêşe li ser bi kerkûkê ve jî, ji aliyê Bexayê ve, wê bihata cîbicîkirin, bi vê cudahiyê ku renge ew gelekomeya dijminên Kurdan ya piştî rapirsiyê, û piştgiriya ji Bexdayê bi awayekî din bûya.

Duyem: Ew êrîşa piştî rapirsiya Başûra Kurdistanê rû da, û di encamê de Kurdan beşeke zêde ji deskevtiyên xwe ên siyasî ji dest dan, şikesteke mezin bû, ku bandora neyînî li ser derûna hemû takên Kurd danî, û birîneke dîrokî ya din bû li ser laşê bixwîn ê Kurdistanê. Lê eva yekemîn şikest û yekemîn birîn nebû, di derbazbûyî de jî, gellek carên din, û her carê perçeyek ji laşê vê nîştimanê ketiye ber êrîş û pîlanên dijminên me, û jiber ku ew bihêztir bûn, me di hemberî wan de şikest xwariye. Renge di pêşerojê de jî ew sînaryo ducarî bibin. Lê heya wê demê ku stem û dagîrkariya dijminan hebe, xebat û rikeberiya Kurdan bo rizgariya ji dest zulm û zordariyê jî berdewam dibe.

Ku wisa bû, ew şikesta dawiya rê nine, Başûr wê rabe û wê toza vê şikestê li ser bedena xwe ya birîndar wê dakute, her çawa ku di derbazbûyî de piştî şikestan rabûye ser piyan.

Dîroka sed salên borî ê xebata kurd û şikestên wê di dema Komara Kurdistanê de, şoreşa Simko, Şêx Se`îdê Pîran, Mela Mistefa barzanî û enfal û kîmyabaran û …hwd, hemû vê rastiyê dibêjne me. Heya ji wan hemû bûyeran nûtir, berxwedana pêşmerge li eniyên şerê Pirdê, Zomar, û…hwd şahdiya vê didin ku Başûr neketiye qedeman û henaseya berxwedanê her niha jî bihêz e.

Sêyem: Lê digel hemû wan ketin û rabûnan de, gellek mijarên cihê pirsyarê hene, ku êş û azara van ketinan zêdetir dikin, ji aliyekî din ve jî gellek ders û ezmûnên cihê lê hînbûnê di naveroka van têkşikanan de têne xûyakirin, ku hekî ew pirs nehêne bersivdan, û em dersê ji wan wernegrin, em mehkûm in bi vê ku di pêşerojê de bo careke din jî rastî van karestan werin, herwekî ku çawa eşkere bû ku bersiva pirsyarên şikestên berê li cem me nebûne, û me ders jî jê wernegirtine:

Gelo dîsan bi silaveke dijminên xwe, emê dilxweş bin, û ewê li me bibin dost, û emê pişta xwe bi wan qahîm bikin di rojên tengaviyê de? Me jêve ye ku rastî her hemû li cem me ne, û xelkê din her çi dibêjin ne rast in? Dîsan kerb û kina berê, û yektirşikandin û sivikatîkirina bi yektir, wê hizr û bîra me dagre, yan lêborîn, piştqahîmiya bi yektir û yekîtiya refên gel, wê çawaniya pêwendiyên di navbera me de, wê diyarî bike?

Di Kurdistanê de hewl tê danê, ku berjewendî û stratejiya neteweyî bê darêtin, û hemû aliyên siyasî bi xwe ve bigre, yan her berjewendiya hizba serdest dibe? Di encam de Hikûmeta Herêma Başûr a Kurdistanê di hemberî gendeliya piraniya beşên aborî û leşkerî û îdarî û …hwd de bêdeng dibe, yan nexêr, vê şikestê ew veciniqandine, û wê bi xwe de bên, û wê dest bikin bi avakirina bingeheke bihêz bo Kurdistaneke serbixwe, ku zêdetir ji %90 ji xelkê Başûr deng jê re dane?

Pêşeroj wê bersiva van pirsyaran û gellek pirsên din ên bi vî rengî bide me.

(1)-Nivîskarê vê gotarê, di dawiya sala 1393`an de, gotarek li jêr navê “Komara Îslamî çi xewnekê bo Îraqê dibîne? (http://sikirter.org/detail.aspx?id=911&LinkID=6) belav kiriye, wê demê di vê gotarê de pêşbîniya rola Îranê di êrîşên DAÎŞ û Heşda Şe`ibî de bi vî rengî ku heta niha çûye pêş kiribû.