Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmercê serkevtinê, yekrêzî û pêkvebûn e

15:01 - 22 Çirriya paşîn 2017

Kawe Behramî

Di heyama yek meha borî de, du karesatan sînorê coxrafî ê nîştimana Kurdan kirin armanc. Êrîşa Spaha Îraqê û bi taybteî Heşda Şe`ibî bo ser navçeyên Kurdistanî ên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û dagîrkirina Kerkûkê û awarebûna sedan hezar kesî û malwêranî û heya eva ku li Dûzxormato çalakên medenî bas ji jînosaydê dikin. Ew dagîrkariya ku piştî piroseya referandomê pêk hat, heya niha jî pilana helandina nasnameya Kurdî tê de heye.

Karesateke din bellaya xwezayî (herçend ku gellek kes li ser sedemên rûdana wê nakok in jî) erdheja li parêzgeha kirmaşan a Rojhilata Kurdistanê ye, ku tevî canjidestdan û birîndarbûna bi hezaran kesî, herifîna dehan gundî û beşek ji bajarên Serpêla Zehaw û Selas û Ciwanro û Şahabad û awarebûn û bê malûhaliya xelkê vê navçeyê lê ket.

Di vê karesatê de rejîma Îranê, ku deshilata polîsî û zordariyê bi ser xelkê de ferz kiriye, zêdetir ji her demekê dijîgelîbûna wê ji xelkê Kurdistanê re eşkere bû, ku bi serwet û samana xelkê û xaka Kurdistanê, li ew qasê şermezariyê ve dixwaze di berjewendiya temenê biyom ê xwe de, mifahê jê wergire. Di demekê de ku gellekî hewce bû ku rejîm bilez hawara xelkê belengaz û erdhejlêdayî de here, û hewcehiyên wan ên destpêkî berhev bike.

Ya ku cihê dilxweşiyê bû, ew bû ku her di yekem demên bûyerê de, ne tenê li Rojhilata Kurdistanê, belkû di her cihekî Îranê de ku Kurdek li wir hebû, bilez û bi awayê xwebexş xwe gehandin wir, û alîkariyên xwe dane xelkê erdhejlêdayî. Gellek wêneyan em dibînin ku xelk kincên li ber xwe de jî didin wan. Komara Îslamî çavê wê ba nedigirt ku vê hevpêwendiyê di navbera xelkê Kurdistanê de bibîne, û di gellek ciyan de jî pêşiya wan alîkariyan digirtin, da ku li ser navê xwe van alîkariyan bidin xelkê.

Bi xweşî ve ragehandina azad û bi taybetî torên civakî rejîm riswa kirin, ji aliyekî ve, diziyên wan li wan eşkere kirin, û ji aliyekî din ve bêpirensîpî û dijîkurdbûna Komara Îslamî bo bîrûraya giştî zêdetir eşkere kir.

Xelkê Kurdistanê jî herçend rûyê rasteqîne yê rejîmê gellek ji mêj ve bû ku bo wan eşkere bibû, bi vê hevpêwendiya xwe nîşanî rejîmê û hemû aliyekî dan, ku Komara Îslamî tu pêgeheke wê di Kurdistanê de nine, hevkariya xelkê Kurdistanê bo hevnîştimanên wan li Kirmaşanê nîşan da, ku Kurd yek netewe ye, û Kirmaşan dilê Kurdistanê ye.

Êrîşa Heşda Şe``ibî û Spaha Îraqê li Başûr aliyê kêm deskevta %93 ji xelkê bo çendîn salan ji nav birin, lê di wê demê de jî, rûdawan nîşan dan, ku Komara Îslamî çi di piroseya referandomê û piştre û di vê rewşa nebaş ya parêzgeha Kirmaşanê de, çi kerb û kîneke dijî Kurdane ji her perçeyeke nîştiman heye, û yekîtiya xelkê Kurdistanê di dema pêşwaziya ji termê şehîdê riya mirovahiyê kak Ebûbekr nîşanî hemû aliyekî û bi taybetî hizbên Rojhilata Kurdistanê da, ku tevî parastina berjewendiya bilind ya neteweyî, amadeyê hemû guherînkariyekê ne, û tenê yekrêzî û yekîtiya di navbera hizban de dikare garantiya serkevtina yekcarî be.