Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parlemanteriya Leyla Zana`yê tê betal kirin

15:41 - 23 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Biryara wergirtina wezîfeya parlemanteriyê ji Leyla Zana, endama partiya Gellan (HDP) di Parlemana Tirkiyê de, wê bikewe ber bas.

Li gor rapora ku Ajansa “Anadol” ê belav kiriye, endamên lijneyên desturî û dadweriya Parlemana Tirkiyê biryar dane ku wezîfeya Parlemanteriyê ji nûnera HDP`ê “Lêyla Zana”yê bi sedema dewam nekirina hewce di parlemanê de bistînin û ew biryar jî di parlemana Tirkiyê de dikewe ber dengdanê.

Ew lêjne bi serokatiya “Mistefa Şentop” Parlemanterê AKP li Stenbolê hatibû pêk anîn û di vê civînê de, nirxandin li ser dosyeya amadenebûna Leyla Zana di 212 civînên Parlemanê de, hat kirin.

Herwiha serokê lêjneya amadekar û Parlemanterê AKP`ê di bajarê Enqereyê “Murad Alparsalan” derheq vê rapora ku li ser Leyla Zan`yê hatiye amade kirin, zanyarî pêşkeşî endamên lêjneyan kir.

Mistefa Şentop daye zanîn ku dosya Leyal Zana bi sebeba amadenebûna wê di civînên parlemanê de hatiye vekirin, nek bi sebeba pirsa sundxwarina yasayî.

Piştî nîqaşa ji aliyê parlemanteran di wê civînê de, ew parlemanterên ku endam nînin di komîsyonan de tevî rojnamewanan, dawxaz ji wan hate kirin ku hola civînê bi cî bihêlin û piştre li ser vê pirsê dengdan hate encamdayîn.

Di civîna wan de bi piraniya dengan, biryar hat dayîn ku perlemantariya Leyla zana a nûnera HDP`ê li Agirî de bihê betal kirin.

Di demên borî de jî, parlemanterê Wanê a HDPê “Tuba Hezer Ozturk” û parlemanterê bajarê Şirnexê yê HDP`ê “Feysel Sarîyildiz” bi sebeba amadenebûna di civînên parlemanê bo heyameke dirêj, dosya wan jî hatibû rojevê û piştre wezîfeya parlemanteriya her duyan jî hatibû betal kirin.