Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Eîl Xamineyî Hîtlerê vê serdemê ye

19:48 - 25 Çirriya paşîn 2017

Kurdistanmedia: Zulm û zordariya rejîma Îranê li dijî xelkê belengaz ê Îranê, gihaye astekê ku êdî rêberê vê rejîmê jî bi Hîtlerê serdem tê şibihandin.

Welî`ehdê Erebistanê Mihemed Bin Selman, rêberê rejîma deshilatdar di Îranê de wekî Hîtlerê nû di Rojhilata Navîn de bi nav kiriye, û ragehnadiye ku em ji Ewropiyan hîn bûne ku razîkirina kesên wekî wan dîktatoran rêya çareseriyê nine.

Navbirî zêde kiriye ku ew naxwazin ku Hîtlereke din di herêmê de serî rake. Navbirî îşare bi rewşa Yemenê jî kir, û ragrhand ku giraniya teraziyê ketiye ser vî aliyî ku Erebistan piştgiriya wê dike, û niha %85 a xaka Yemenê bin deshilta vî aliyî de ye, û kar û kiryarên serhildêrên Husî ên alîgirê rejîma Îranê nîşan dide, ku nabe em bihêlin çi beşek di bin deshilata Husiyan de bimîne, jiber ku ewê bikarin mûşekan bavêjin Erebistanê.

Welî`ehdê Erebistanê Mihemed Bin Selman ku bi tundî êrîşî ser rejîma Îranê dike, di dawiyê de ragehand ku ew dixwaze hizr û fikarên di serê xwe de, di piraktîkê de jî cî bi cî bike, jiber ku jiyan kurt e, û gellek bûyer diqewimin, û ez dixwazim van bi çavên xwe bibînim.

Hêjayî basê ye ku Erebistan yek ji wan welatan e, ku di navçeyê de kêşeyeke zaf digel rejîma Îranê li ser destêwerdan û zêdexwaziyên rejîma Îranê heye, û wan destêwerdanên rejîma Îranê wekî metirsiyeke micid li ser deshilat xwe dihesibîne.